Du girtiyên Siyasî destkevtên Kurdistana Sûriyê berz nirxandin

14:39 - 19 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: du girtiyên Siyasî ên Kurd û Ereb li nava zindanên Komara Îslamîa Îranê de , destkevtên Kurdistana Sûriyê berz nirxandin û pîroz bayî li gelê Kurd kirin.

\"10249.jpg\"
Li gor rapora Ajansa Kurdpa,ê’ “Riza Şerifî Bokanî” hepsiyê siyasî yê Kurd û “Xalid Herdanî” hepsiyê siyasî ê Ereb ku li zinadan “Recaî Şehra a Kerec” ê di hepsê dene, seba destkevtên Kurdistana Sûriyê di peyameke kut û hevpar, jibilî berz nirxandina şoreşa teze, pîroz bahiya wan destkevtan ji gelê Kurd kirin û hêvî xwestin ku kurd bi yeketîya xwe bikarin destkevtên mezintir bidest binin.
Di pişkek din a peyama wan du girtîyên siyasî de, îşare bi xebata aştîxwezane a Kurdên Sûriyê jibo bidest anina azadî û rizgar bûn ji bindestiyê hatiye kirin.

Berxwedan û serhildana teze a gelê Sûriyê li dijî rejîma wî welatî ku li 15 meha Reşema sala 1389 a rojî destpêkiriye û heya niha hejmarek zaf li xelkê wî welatî bûne qurabanî, ku Kurdan jî di vê pêvajoya dirokî de bandora xwe a taybetî hebûne û karîne herêmên Kurdistana Sûriyê rizgar bikin.