Dosyayên nû ji bo 5 girtiyên siyasî yên kurd li Girtîgeha Urmiyê hatiye vekirin

14:13 - 30 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Pênc girtiyên siyasî yên kurd bi navên : Ehmed Temoyî, Yûsif Kakememî, Cehangîr Badozade, Elî Ehmed Silêman û Mistefa Elî Ehmed ku ji roja 11.10.2012`an ji aliyê memûrên Wezareta Ewlekariya bajarê Urmiyê ve ji girtîgeha navendî bo destbisergeha Îdareya Ewlekariya vî bajarî hatibûne veguhestin, ji hêla Dadgeha Şoreşa Urmiyê ve bi çend tawanên nû hatine gunehbarkirin û ji wan re dosyayên nû hatiye vekirin.

Kampaniya Navneteweyî ya Mafê Mirovan li Îranê ragehand ku 5 girtiyên siyasî yên kurd ku roja 11.10.2012`an ji aliyê memûrên Wezareta Ewlekariya bajarê Urmiyê ji girtîgeha navendî birine destbisergeha Îdareya Ewlekariya Urmiyê, ji aliyê tayê yekem a lêkolîna Dadgeha Şoreşa Urmiyê bi tometên peywendî ligel buroya Ehmed Şehîd ê Raporterê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî derbarê mafê mirovan li Îranê û şandina nûçeyan bo komeleyên mafê mirov, propaganda li dijî hikûmeta Îranê di hundirê girtîgehê de û têkilî ligel TV,yekî Kurdî ji wan re dosyaên nû hatiye vekirin. 

ev pênc girtiyên siyasî zêdeyî 2 mehan di hepsa takkekesî de hatine \"10488.jpg\"
hiştin û lêpirsîn derbarê wan tometên nû ji wan hatiye kirin. Memûrên lêpisînê roj û şev li ser wan lêpirsîn kirine û gellek caran ew girtiyên siyasî xistine bin zextan da ku îtirafêb sexte bikin. Ew pênc girtiyên siyasî hatine neçarkirin ku dibe hevpeyvînên televizyonî bikin û îfadeyê bi wan sucbarbûna xwe bikin, ji ber ku ew ne amade bûne vî karî bikin, ji aliyê lêkoleran ligel îşkenceyên diwar û lêdanê rûbirû bûne û gefa dûrxistina wan bo girtîgehên bajarên din û vekirina dosyayê nû li dijî wan hatiye kirin. Çavkî dibîje ku zexta lêdan û îşkenceya ser wa girtiyan bi qasekê dijwar bûye ku hin car ji hiş çûne.

Tawana Ehmed Temûyî ya nû peywendî ligel buroya Ehmed Şehîd hatiye ragehandin û meha borî bo girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê hatiye veguhastin û 4 girtiyên din jî bi sucên propaganda li dijî hikûmeta Îranê û bi partiyekî Kurdistanî û herwiha peywendî ligel kanalekî Kurdî bûye û niha ji benda takekesî birine girtîgeha navendî ya Urmiyê.