Doma diziya mîratên arkiyolojik li Kurdistan

12:35 - 19 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: qaçaxçîtiya entiqan li herêmên Kurdistaniyên Îran ji aliyê bandên dizîna mîratên arkiyolojik bi formik bê mînak ber bi zêde bûnê diçe.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, hejmarik ji entîqan li şarê Şino de ku serekaniyik lokal kevnatiya wan bi “ çend hezaran sal” berevird kiriye, ji qaçaxçiyik dema derketin ji vî şarî hatiye dîtin û zewt kirin.

Ew entîqane li vê heyvê de ji destê kesik bi navê” W.A”hatiye dîtin û “Şino Bas” ji hejmarik mîratên arkiyolojîk yê hatî dizînê li vî şarî de xwe be agadar ragihandiye.

Hindik ji entîqên hatî dizîn li dewra Şino, qelp û qîmeta arkiyolojîkî û çandî çininin.

Kap, morî, tas û kûzik(Kuloz) yên bi xetxalên padişahî, hindik jiwan tiştên hatî dizî ne.

Çend roj pêş niha de jî, polîsê agahî(Zanyarî)a şarê Çalduran, şarê dine Kurdistanî li parêzgeha Azerbaycana rojava ji peydakirin û zewt kirina 16 entîqên bi qîmet ji qaçaxçiyên mîratên arkiyolojik bas kiribû.

Kevnariya entîqên hatî dîtin ku ji mocesseme(Heykel), amanên aşpezxanê, zêrcam(sênî), gustîl, çaydan û guldanan pêk hatibû, girêdayî bi 200 sal pêş niha de û yên dewreya Qeceriya nin.

Entîqên peyda kirî tinê li şarên Şino û Çaldiran de ninin, roja 5ê heyva Azer nûçe gihaniya Mêhr ji ji holê rakirina bandik ya qaçaxa mîratên arkiyolojîk li kirmanşanê de weşand.

Li wan peyda kirina de, 2 kes hatin girtin ku li rewşa derbas kira 32 parçe ji entîqan yên dewrana Mad bi derî welat bûn.

Li wan çend salên dûmahiyê de bi hegera rewşa xiraba ekonomik û jiyanê, pitira welatiyan bi taybet ciwan bi kirina wesîle û tiştên peyda kirina metal li çiya û deştên dewerên ku rengeyiya hebûna mîratên arkiyolojîk hebûne, li hewla beyda kirina dahatikin ku rêka 100 sale bi şevik derbas bibin.

Li vê barê de yekij ji welatiyên Kurd ji şarê Kirmanşan bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand: pitira wan peyda kirina entîqan bi dest û bin çavdêriya bandên girêdayî û nêzîk bi binkên asayişa sipaha pasdaranin û kesên ku car ne car demik tên girtin, ew gurûpin ku cida ji bandên fermiyên sipaha pasdarn bi dû peyda kirina entîqan dikevin.
\"17470.jpg\"

\"17471.jpg\"

\"17472.jpg\"