Dizîna tirombêlan li Sine wek pirsgirêkek din a civakî

22:12 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Di yek hefteyê de, 24 dezgehên tirombêlan, li Sineya rojhilatê Kurdistanê hatine dizîn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, dizîna otombêlan li Sine hemwelatî dilgiran kirine. Bi awayekî ku di hefteyekî de 24 ji wan wesayîtan di dema ku hîn roj neçûyî ava hartine dizîn.

Yek ji wan kesane ku tirombêla wî ji aliyê dizan ve hatiye dizîn ji ajansa Kurdpa re got:“ Li Sine dizîna tirombêlan wisa berfereh bûye ku em ditirsin em jî bên dizîn û me haylî xwe nebe. ”

Wî welatiyê Sineyî eva jî anî ziman: Di hefteya borî de 24 dezgehên otombêlan li bajarê Sine hatine dizîn.

Peyamnêrê Kurd li Sine piştî lêkolîn li ser wê mijarê ragihand: Diz piştî dizîna tirombêlan, wan trombêlan hildiweşînin û wesayitên girîng û binirx difiroşin. Piştre jî çarçove (qalik) tirombêlan li cihekî dûr ji bajêr bi cih dihêlin û diçin.

Her wiha peyamnêrê Kurdpa ji zarê şêniyên bajarê Sine got: Pêştir jî tirombêl li wî bajarî dihatin dizîn, lê di wan dawiyane de bi roj jî ew dizî pêktê.

Hêjayî gotinê ye têkildarî mijara jor amaje pê hatî kirin, şêniyên bajarê Sine bi tundî ji karbidestên hikûmeta Îranê yên peywendîdar rexne digrin. Ji ber ku ew tevî agahdarbûn ji wan bûyerên diziyê, tu hewlekî bo binçavkirina dizan ji xwe nîşan nadin.