Dîtneka wekî yek linav beyîna Ola Êzidiyan û Mîtrayan da

21:41 - 22 Hezîran 2013
Unknown Author
Tariqê heso

Hatine Mîtrayî ye xûdawendê Rojê vedgrêt bo berî hatine Zardaştiyan li Rojhelate navîn , her li dast pêkewan ye olî u Pênasînewan ye Xûdawendî vedgrêt bo naf Şikeftan u çîhên tarî u veder . 

Her wehe Şehrezayên vê Olê di bêjin mîtrayî tştek mezine u pênasîneke Mêjûî ye linav beyîne Xudê u Însanande . Her wehe di bêjin kevintirîn Ola çîhanî ye u Mêjûyî ya u Kiltûrîya . Vedgrêt bo serdemê Hindû Ewropîyan ( al- Arîye) jiber evê çendê hete vê gavê gelek bîru bawrên wan yên kevin linav gelê Kurde mayîne u bi tayîbet linav Kurdên Êzdiyde .

Ew Milletên di bêjnê Hindû Ewropî gelek dikevnin u xudan Mêjûyek Dîrokîyne li chîhanê jiber vê çendê em dikarîn bêjîn zorbeyî tîtal u rewşt u Zimanê wan weke hevin . Lê berî ew bihêne Kurdistanê u Asîya Rojave gelek hozû Milltên bernas li wê deverê dijyan wekî Somerîye u Îlamîya u Ekedîya u Horîya , li demê belev bûne wan li deverê her li wî Demîyde u derbaz bûne çendîn Salan gelek guhorîynêt Olî u bîrû bawerên Çivakî bixove dîtin . Li eger em berê xwe bideyîne Mîtraye wekî Mêjû Navê wan hatîya di jêderên Somerîyade berî sedê pênçê pêş zayîynî . Navê Mîtraye bi gelek renga hatîya wekî hatî di Peyîmane linav beyîne Mîtanî yan u Hîtanî yan bi rengê ( MITRA ) , wekî hatî di Avestade bi rengê ( MITHAR ) , di Pehlewîde hatîye bi rengê ( MIHER ) . Her di Farisîya îrode di bêjnê ( MITRA ) , belê Navê wan hatîye di Pertûke ( Avesta ) de ye Zardaştîyan di bêjin Xûdawendê Ronahîyê u rastîyê , her wese di jêderên Hindû Ewropîde yên kevin hatîya u dibêjin ew mezintrîn Xûdawendê xêrêu rastî u baweryê ye ji bo Însanan dijî bê bawerî u gotita ne rast , ligel hindê hatîya dibêjin ew mezintrîn dujminê derewêya di bawerîye wande , gehştîye wî astî wekî hatî di Pertûke Pîroze Avêsta de dibêjit ( Ahwere mezde ) gotîya Xûdawendê Mître çîhê bawerîyê ye linav xelkîde , ji ber vê egerê bûye çîhê bawerîyê linav gelê Zardeştîyde . Belê Ola ( Bûzîya) ji gotîya Mîtrayî ronahîy u ew tîşkên ji diçin u Kinyat anku Dûnya pê rohin dibit .

Her çende di herdû Kitêbên Pîrozên kevinde wekî ( FÎDA – AVESTA ) de hatîye gelek çaran Nave Mîtreyan û dibêjin Xûdawendê ronahîyê ye , dema çavê Rojê heltêt u şwqe wê têt li ser Erdê jîyanê û bitaybet tîşkên sôr deme tên xiwarê , wane kartêkirnek kirîye li ser jîyane wan dema di heltêt u rohin u şewq dibit . ji ber hindê ( XOR – HOR – SOR ) li dev wane bûye Sîymbol anku ( REMZ ) . Em dikarîn bêjin Nave Xorşîd ji vê çendê hatîye ramane wê ewe tîşkên Rojêne . Gundê ( XORZA ) li devere Al-qoş Kurdistane Başur ramane wê xor ( Roja) û za dê bite ( Bûn ) anku bûne Rojê , hete nuka jî Xelkê vî Gundî Mirîdên Şêşimsin xudanê Rojê li gor bawerîye Ola Êzidyan . Her wese Gundê ( XORKÎ ) li nêzîk perêzgeha Lalishe nuranî , hoza ( Eşîra ) Xorkan li devera Şingalê , em dikarîn bêjîn hete vê gavê şêxên ( Babadîn ) li nav Êzidiyan dibêjnê male mezin her bo zanîn wekî em dizanîn ew Şemsanîy ne û koka Ola Êzîdya ne . Wekî dîyar u aşkraye Rojê kartêkirneke ber çav li ser Ola Êzîdyan kirîya hete çêkirne gorên Miryan li çem Êzidyan danane wan ji Rojhelat bo Rojavane û duwa u xudê nasîyne wan ber bi Rojêna u bizimanê şerînê Kurdîya .

Li ver ji mere dîyar dibit girêdanke bihêz u bi qûwet li nav beyîne Ola Êzidyan u Rojêde heya her ji ezilde li gor Mîtoloçîye wan ya Olî . Wekî aşkre îro bi Zimanê Kurdî Zaravê Soranî dibêjne Rojê ( Xor) , li vera em dikarîn bêjîn ( XORÎN - HORÎN ) bi ramane Roj perstinê hatîye li devere Mezopotamîya li gel vê çendê em gelek çaran çavê Rojê li ser zorbayî Şunwarên kevnên devere Mezopotamîye u Dewlatê linav beyîna herdû Robarande wekî Babilîyan u li ser dîwarên perêsgeha Lalishe nuranî u li dergehê Bajarê Musîl u li dergahê Bajarê Amêdî yê……… .

Her li serdemê Êrdeşêrê dûyê ( 404 – 359 ) p. z. çîhekî tayîbit durist kirbu ji bo Xûdawendê Mîtra u her li serdemê Şahîn Silulîyan ji ( 312 – 129 ) P. z. , Aşkanîyakan ( 247 p.z. - 226 ) z. Xûdawendê Mîtrayan bûye yê serekî linav Însanande ji bo xerû bêrêu tştê qenç . Her wese bile em jibîr nekeyîn li serdemê Sasanîyan ( 226 – 652 ) z. Xûdawendê Mîtraye ji xore kirîya Sîymbol û danerê jîyanê li gor bîru bawerên wan , li piştî hatine Ola Mesîhyan u Muslmanan bo deverê gelek gihorîn u tiştên new bi serde hatin wekî tîtal u rewşt u bawerîyen Olê hatin gihorîn û ji bîrkirn , hete roje îro gelek ji wan tîtal u rewştên kevin linav Milletên Mezopotamîya da mayîne u betayîbet gelê Kurdistanê wekî birîna Neyînûnkan u Porê serî veşartina wan linav beyna dîwaran u komên berande dibêjin da ser ne êşit . Her wese Demê Didanê Mirovî di kefit u risqê xwe ji Rojê dixwazit , li gel hindê gelek nav mayîne linave Kurdistanêde u bi tayîbet Kurdên Êzidî vedigerêt bo serdemê Mîtrayan û Somerîyan ji wane wekî : Laso – Şemê – Şemo – Şemdîn …. .

Her li dest pêke belav bûne Ola Mîtrayan li Deverê vedigerêt bo hestkirna wan bi tiştên Xozayîve u avakirna jîyanêve u ronahîya rojêve u perstina wan jêre . Her çende ev hizre ber belav bûya ji Îranê u Turkîya hete Misrê u bo Yunanistanê u bajarê Romê li Italya hete gehştîya Birêtanîya mezin . Her ji ber hêzbûn u belavbûne wê buye Olek serbexwe di gotinê ( MÎTRANÎSM ) pêşve çonek baş bixove dît weko Şoreşeke Olî bu li sedê yekê u dûyê dikarîn bêjîn sedê sêyê jî dikftîye Milmilanê ligel Ola Mesîhyan kirye u bitayîbit li Roma Italî . Hete îro ji şunwarên Mîtrayan di xweyane li kinayîsên Rojave u Bajarê Romê , her wese gotine mîhrab jî wa hatî ji ( MIHR AIB ) anko cîhên pîrozên Ola Mîtrayan . Li gor jêderên kevin xuya kirîye 25. Meha Kanûne êkê Roje dayîkbûne Mîtraye anko li gorbawer ya wan li vê rojêde Roj ber bi dirêj bûnê diçît u ji tarîyê qurtal dibît . Li piştî hatine Ola Mesîhyan bo deverê ev Roj kirîya dayîkbûna hizretê Mesîh ( JESUS ) , her wese hatiya gotin Roja Yekşemê hizretê Mesîh ( JESUS ) danaye rojek tayîbet u Pîroz bo Xûdawendê Mîtrayî .

Mîtraye rojek Pîroz hebu li Meha êkê ji werzê payîzê di digotê Mehregan ( MEHREÇHAN ) anko Fîstefal her sal ev Fîstefale di hat gêran li gor bawerîya wan yen Olî qurbanek dan bo Xûdawendê Rojê da saleke bixêru xoşî biser wande bihêt , lê ev Çêjna Olî gelek ye nêzîke bo Çêjna (ÇEMA ) ya Êzîdyan li werzê Payîzê rêu Rismên wê têngêran li Lalisha nuranî li ser Axe Kurdistanê bi kuştine gayekî ji bo Xûdanê Rojê ( ŞÊŞIMIS ) her wese bi xûne wê qurbanyî ya Pîroz axû Çandinîye wê Sale pê dihat avdan , her wese goştê wî gayî parçe parçe dikrin u dikelandin û li ser Milletî belave dikrin jêre digotinê ( SIMAT ) . Ev Çêjne li gor bîru bawerên Êzidyan u Mîtoloçîya wan ve digerêt bo berî şeş hezar Salan . li ver min divêt bêjim weki hatî di gelek jêderên kevin de dibêjin Êzidî başmayên Mîtrayanin u gelek nêzîk bûn linav beyîne herdû Olande heya , ev nêzîk bûne bi Pila êkê vedigerêt bo rojperstinê her wese ebadet u Duwayên wan , Duwaye ( GÊME HEYÎVÊ ), dîsan çejna gûrga gayî deme liser agrî xwe derbaz diken , her wese wekê me gotî Çejne Çemayî li perêsgehe Lalish û rojyên Êzidyan nêzik bûne wan li 25. Meha Kanûnê Roja dayîkbûne Mîtra , hete çêkirna qobên Pîrozên herdû Olan ber bi Rojêna .

Mîtrayî ye wekî me gotî kartêkirneke mezin hebû li ser Milletên Mezopotamî ye de , jiber vê çendê digotinê welatê Rojê lewre demê Dewlete Iraqê bûye Komar (ÇEMHURÎ ) piştî Sale 1958 şiklê rojê dane ser Diravê Dewlatê da kevnatîye xwe nîşanî Welatên Deverê û Çîhanê bidet .

Her li gel vê hemuyê gereka xelkê Kurdistanê u betayîbet gelê Kurd xwe bextewir û ser bilnd bibînit îro çunko paşmayên vê Şaristanîye kevnin u Xudan Dîrokin li nav hemû Çîhanê u bitayîbet Rojhelate navîn .
Berlin 20-05-2013