Dîsa şaşitiyek bijîşkî mirina xwendekareka Kurd bi pey xwe hişt

22:05 - 9 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Ev cara çendimîn e ku bi sedema xemsarî û xetayên pizîşkî li welatê Îranê, nemaze rojhilatê Kurdistanê, hemwelatî dibin qurbanî yan jiyana xwe ji dest didin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, neştergerên nexweşxaneya Tohîd ya Sineya rojhilatê Kurdistanê, di emelyateke ciwankarî de, bûn sedem daku Dilniya Rehîmî(24) keça Mihemed, jiyana xwe winda bike.

Ew keça 24 salî, xwendekara nîvsala dawîn ya karnasî li zanîngeha Kurdistana Sine bû.

Çavkaniyên heremê li ser wê bûyerê dest nîşan kirin: Xemsarî û şaşîtiya bijîşkî bi wî awayî aşkere bû ku demarên poz (difin) a wê keça ciwan (beriya neştergeriyê nehatibûn xitimandin); jiber vê yekê piştî bi dawî hatina neştergeriyê xwîn dirije mejiyên wê û di encamê de jiyana xwe ji dest dide.

Ew bûyer niha bûye mijara sereke ya torên civakî li Kurdistanê û bertekên hemwelatiyan bi dû xwe hîştiye.

Neştergeriya ciwankarî ya poz (difin), ji neştergeriyên xeynî orjansî tê kejmart in. Ji bervê yekê divê ustandardên bêhişkirin û bijîşkî li wir bên berçavgirtin.

Gorî amarên fermî yên hikûmeta Îslamiya Îranê, di sala borî ya Rojî de 245 doseyên elaqedar bi şaşîtiyên bijîşkî li dozgeriyên Îranê hatine tomarkirin.