Dîsa nêçîrvanekî kurd ligel xwezayê aş bû

16:37 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Nêçîrvanekê berê li Bokana rojhilatê Kurdistanê, bi azadkirina çend kevan û şewitandina telik û qefesên wan, hezkirina xwe bi jiyana ajelên kovî re sabit kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Elî Salêh, rûniştvanê gundê Qadirava li Bokabnê, di karekî sembolîk de, çende kev ên zindanî azadkirin. Wî bi vî awayî hezkirina xwe bi xweza û suriştê re da xuyandin.

Elî Salêh ku bi salan bû karê nêçîrvaniyê dikir, piştî berdana kevan, qefesên wan jî şewitand in.

\"28223.jpg\"
Navborî armanca xwe jî wî karî, aşîtîkirin ligel xwezayê û şopandina rêya kesên din yên ku ew karê pîroz kirine daye zanîn.

Di wan salên dawiyê de, hemwelatiyên Kurd bi şêweyên cihê reng hestên xwe bi suriştê re didin nîşan dan. Bi awayekî ku di du salên borî de, bi çalakiyên parastina jîngeh û ekolojî wek; dev berdan ji nêçîrê (tevî qazancên vê), şikandina qefesan, azadkirna firende û çivîkan, herwiha paqijkirina suriştê ji zibilan û bi şûnde çandina daran, peymana xwe bi xwezayê re dane girêdan û wan çalaiyên xwe didomîn in.