Dîsa li Rojhilat Sipahiyek hat kuştin

14:27 - 15 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Endamekî Sipaha Pasdaran di pevçûnekî de ligel yek ji partiyên çekdar ên dijberî xwe, hat kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh endamekî Sipaha pasdaran di pevçûnekî ligel hêzên dijberî wê hikûmetê li devera sînorî a Serdeştê, jiyana xwe jidest da.

Malperên taybet bi Sipaha Pasdaran nasnameya wî kesî, Rûhilah Sultanî xelkê Amola Îranê destnîşan kirin.

Li aliyên din Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) ê kuştina wî pasdarî girtiye ser xwe.

Heya niha mediya û ragihandinên PKK`ê bi wê pavçûnê û kuştina endamê Sipaha Pasdaran, bi awayekî fermî mukir nehatine.

Beriya niha bi çend rojan, dîsa 6 endamên xwecihî (Kurdên Sipahî) ji aliyê kesên nenaskirî ve, li devera Şaho a Kamyaranê hatibûn kuştin.

Her têkildarî vê mijarê pêştir, li serdeştê û gundevarên (Şemole û Şendere), 5 leşkerên Îranê di şer û pevçûnekî de hatibûn birîndarkirin.