Dîsa Kurdekî DAŞÎ hat kuştin

14:12 - 28 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd li Mehabada rojhilatê Kurdistanê ku jêr navê xeza û koçberî (cîhad û hîcret) tevlî rêxistina teror a DAÎŞ`ê bibû, di şer û pevçûnekî de hat kuştin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, hemwelatiyekî Mehabadî ku demek bû tevlî Dewleta Îslamiya Îraq û Şam (DAÎŞ) bibû, roja şemî 25`ê nîsanê di pevçûneke leşkerî ya wê rêxistinê li gel hêzên Kurdî de, hat kuştin.

Çavkaniyeke agah li Mehabadê nasnameya wî Kurdê DAÎŞ`î, Têyfî Şerîfî kurê Rehman ragihand û destnîşan kir ku ew di taxa Berî Şîlana Mehabadê rûdinişt.

Wê çavkaniyê amaje bi vê yekê jî kir ku merasîma konê sersaxiyê li Mehabadê bo wî Kurdê li nav rêxistina DAÎŞ`ê hatî kuştin, hat lidarxistin û hikûmeta Îranê jî tu astengî hember vê yekê çênekir

Ji detpêka pevçûnên girûpa terorîstî ya DAÎŞ li gel hêzên Kurdî, 4 ciwanên Mehabdî bi nasnameyên M.N (16), Ş.N (20), R.S û Rehîm Bayezîdî yê 21 salî, hatine kuştin.

Gorî raportên bidest ketî hejmara Kurdên rojhilatê Kurdistanê yên çûnî nav DAÎŞ`ê, zêdeyî 100 kesî hatiye ragihandin ku piraniya wan ji Mehabad, Seqiz, Ciwanro, Bokan û Merîwan tevlî wê rêxistina terorîstî bûne. Heya niha zêdeyî 40 kes ji wan Kurdên DAÎŞ`î hatine kuşt in.