Dîsa keçeke Kurd xwe kuşt

21:28 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Qazanc nekirina povanan bo çûn bo zanîngehê, bû sedem daku keçeke Kirmaşanî li rojhilatê Kurdistanê, dawî bi jiyana xwe bîne.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, piştî îlankirina encamên azmûna giştî li welatê Îranê bo derbasbûn bo zanîgehê, keçeke Kurd aKirmaşanî bi sedema bidest nexistina povanan , îro 29`ê tîrmehê xwe ji avahiyekî avêt xwarê û demildest mir.

Peyamnêrê Kurdpa li Kirmaşanê, nasnameya wê keça ciwan “N. M” îlan kir ku rûniştvana bajarokê Perdîs a ser bi Kirmaşanê bû.

Di wê peywendiyê de, roja Sêşemiya borî, dîsa keçeke din a Kurd ya bi navê “S. K” li bajarê Bokana rojhilatê Kurdistanê, bi heman armancê ; (qazanc nekirina povanan bo çûn bo zanîngehê) xwe ji qata 3 a avahiya lê dimayî avêtibû û di encamê de dawî bi jiyana xwe anîbû.

Bi nerîna karnasên biyavên civakî, Xwekuştina ciwanan li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bo neçûn bo zanîngehê di demekê de ye ku salane bi hezaran xwendekar, piştî bi dawîkirina qonaxa xandinê li wî welatî, bêkar û sergerdan dimînin. Li aliyê din jî, xwendekarên nû hîn ji rewşa xwendîngehên Îranê, nehatine agahdarkirin.