Dîsa fedakarekî makîneya îdamkirinê li Îranê sekinand

21:07 - 30 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: kujerekî ku 5 sal beriya niha bi qisa (tol jê standinê) hatibû mehkûmkirin, bi bexşîna malbata xwediyê xwînê, li benê îdamkirina Îranê filitî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi derbasbûna 5 salan liser kuştina welatiyekî Îlamî re, bi rêya bexşîna malbatê kesê hatî kuştin û efû kirina qatil ji aliyê wê malbatê ve, kujer ji benê darvekirna Îranê rizgar bû.

Ew zindanî, bi hewldana rûsipiyên deverê û ruhê fedakarane yê malbata kesê hatî kuştin, jiyaneke nû bi wî hat bexşîn.

Di sala 2014`an heya nigha, 5 zindaniyên ber dara Îdma Îranê, bi razîbûna kesên( şikayet tomar kirî) ji mirinê filitîne.

Nasnameya yek ji wan kesane, Nêimet Yxçalî ye ku bi tometa têkdana ewlehiya giştî bi îdamkirinê hatbû mehkûmkirin. Herwiha Îsmaîl Qenberî li Selas Bavecanî jî herdû bi fedakariya hemwelatiyan û bexşîna aliyên xwîn lê ketî, ji mirinê rizgar bibûn.

Li aliyê din, heya niha 81 kes li Îlama Rojhilatê Kudistanê ku bi kuştina xweynî qesd (emd) hatibûn mehkûmkirin, bi bexşîna xwediyên kesên hatinî kuştin, ji mirinê rizgar bûne.