Dîsa du ciwanên kurd xwe kuştin

16:28 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya xwekuştina ciwanan de, li rojhilatê Kurdistanê, du ciwanên din ên Kurd dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja sêşemî 21`ê tîrmeh (july) ê, keçeke ciwan a Bokanî bi navê “S. K” piştî bihîstina nûçeya derbasnebûn ji rêya azmûna giştî bo çûn bo zanîngehê, dawî bi jiyana xwe aniye.

Hatiye ragihandin ku wê keça ciwan, ji qata 4 a avahiya lê dima, xwe avêtiye û di encamê de dawî bi jiyana xwe anîye.

Li aliyê din roja duşemî 20`ê tîrmehê jî, ciwanekî 22 salî li taxa Seyîdava ya Şinoya rojhilatê Kurdistanê, bi sedemeke nediyar xwe kuştiye.

Nasnameya wî ciwanî “C.R” hatiye ragihandin ku bi rêya daliqandina bi werîs xatir ji jiyanê xwestiye.

Gorî rapora peyamnêrê Kurdpa li Şinoyê, Ew 4`emîn haletê xwekuştinê ye ku di heyamê mehekê de li Şinoyê hatiye holê.

Hewceyî gotinê ye girêdayê heman mijarê, beriya niha bi çend rojan dîsa du keçên ciwan û xortekî, bi sedemên nediyar li rojhilatê Kurdistanê, dawî bi jiyana xwe anîbûn.