Dîsa 3 Kurdên Îranî ên bûnî DAÎŞî hati kuştin

16:17 - 2 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: 3 kes ji wan 6 kesên Kurd ên ku li gundekî Selas Bavecanî li rojhilatê kurdistanê, tevlî Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) bibûn, di operasyoneke wê rêxstinê a qaşoyî hêzên Kurdî de, hatin kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di wan mehên dawiyê de 6 welatiyên Kurd li Selas Bawecanî çûbûn nava DAÎŞ ku beriya niha bi çend rojan, 3 kes ji wan hatibûn kuştin.

Çavkanieke agah nasnameya wan kesane “A.M” kurê Setar”C.R” û ”A.R” kurên Celîl û “A.Y” biraziyê Ezîz û “Y.F” bi navê bab Semîn, ji ajansa Kurdpa re ragijandiye ku di nava girûpa tundrew a DAÎŞ de hatine Kuşûtin.

Hêjayî gotinê ye, ew Kurdên DAÎŞî, bi rêya kesên girêdayî wê girûpa tundrew tevlî wan bibûn.

Li aliyê din peyamnêrê Kurdpa ji zarê kesekî nêzî wan DAÎŞ`iyan ji ajansa Kurdpa re gotiye : Rêxistina DAÎŞ bi rêya telefonê malbatên wan ji kuştina wan 3 kesane agahdar kirine.

Hin şêniyên bajarê Selas Bavecanî jî tevî piştrastkirina kuştina wan 3 hemwelatiyan, ragihandine ku alîgirên DAÎŞ`ê, bi awayekî eşkere di nava gund û bajarên Kurdistanê çalakiyan dikin û hêzên ewlekarî yên Îranê jî tu car hember wan nabin asteng.

Pêştir Amed Sulêman karnasê Îslama Siyasî û şareza bi bîrdozî û hizra DAÎŞ`ê, di hevpeyvînekî ligel ajansa nûçegihaniya Kurdpa bilêvkirbû: Bi sedema nebûn sîstemeke dadperwerane li Îranê ku hemû derî bi ser gel de daxistine, kesên ku xwe bi selefî binav dikin jêr navê “Cîhad” û “Xezayê” teblîx dikin û ciwanan bo nav girûpên radîkal ên wek DAÎŞ, El Nûsre û hwd. vediwînin. Ew kesane bi armanca dabînkirna jiyaneke asaûde wan ciwanan dixapînin, lê berovajî vê yekî, tu nîşaneyên hêmênî û aramiyê li halê hazêr di Rojhilata Navîn de nayê dîtin.

Gorî amarên berdest, heya niha zêdeyî 100 kurdên çûnî nava DAÎŞ`ê, bi awayên cur bi cur revîne, tê payîn 200 kes ji wan jî hatibin kuştin ku tenê ragihandinên girêdayî DAÎŞ, kuştina 90 kes ji wan kesane piştrast kiriye.

Pêştir jî Rêxistina Siya a Amerîkayê belav kiribû: DAÎŞ`ê zêdeyî 20 hezar endamên wê hene ku piraniya wan ji Suriyê û Îraqê tevlî wê girûpê bûne.