Dimdim û Aşûra

14:17 - 16 Kanûna Paşîn 2013
Unknown Author
Mecîd Cinîkanlo

Gava mirov mêzyeî dîroka gelê Kurd dike gellek bûyerên dilêş dibîne ku gelek ji wan ji aliyê Kurdan ve nehatine parastin, û bi awayê hewce nehatine gotin û heta gelek caran mirov dibîne ku Kurd bi awayekî gelek xemsar mêzeyî wan bûyeran dikin û hin caran jî wan bûyeran bi tiştekî normal dihesibînin.

Di dîroka Kurdan de gelek bûyerên dîrokî hene ku em dikarin bêjin têrajîdyayên mezin in ku bi ser Netewa Kurd de hatine, lê Kurdan qet nekarîne li hember wan karesatên mezin ku dijî neteweya me birêve çûne, xwedî derkevin û wan bûyeran wek nirxekê jibo nifşên din ên Kurdan biparêzin.

Li hemeber de gava em mêzeyî dîroka gelên din ên cîhanê dikin, dibînin ku wan gelan bi çi awayekê û bi mifah wergirtin ji hest û soza xelkê, wan bûyerên dîrokî ên neteweya xwe bi awayekî baş parastine û heta gelên din jî xistine bin bandora dîroka xwe û zaf caran ew bûyer wek parek cûdanebûyî ji dîroka neteweyên din lêhatine.

Di dîroka gelê Ereb û bi xasmanî Erebên Şîe em her tim dibînin ku bi çi awayekê bas ji bûyera Aşurayê dikin û vê bûyera han wek karesatek dîrokî û mirovî û olî dihesibînin. Eva ku ez li wir de dixwazim basê jê bikim ne bêrêzî û berçavnegitina rastiyên dîrokî ye, belkû armanca min ya sereke tîrêj xistine ser karesatek mezintir ji a Aşûrayê ye ku gelê Kurd qet jê xwedî dernekevtine.

Bandor û dengvedana karesta Aşûrayê li hemû cîhana Îslam û heta di nav hemû gel û neteweyên ne Musilman tê nas kirin û zaf ji nivîskar û beyt bêj û sitranbêjên cîhanê li ser bûyera han, nivîsandine û Sitran û helbest gotine.

Bandora Aşûrayê hemû Sinûrên mirovahiyê derbas kirine û niha di wêje û koltura zaf ji neteweyan wek bûyerek tirajêdîk tê nasîn ku zilma Yezîd û bê gunehiya Îmam Husên ê Kurê Elî tê nîşandan. Bûyera han eger çi di navbera du Kur apan de rûdaye û her du jî Musilman bûne, lê gelo çavaye ew bûyere di wêje û dîroka gelek netewan wek: Kurd, Faris, Turk, Berber û...hwd de cih girtiye û wek parek cûdanebûyî li çand û dîroka wan neteweyan lê hatiye, û ew pêvajo bi awayekê ye,ku îro xwe ji Ereban zêdetir bi xwediye Aşûrayê dizanin û di salvegera bûyera han bi awayên cûr bi cûr Îmam husên û 72 hevalên wî bi bîr tinin û rêzê ji wan du rojan digirin ku Îmam Husên û hevalên vî ji aliyê Yezîd bê av dimînin û di encam de piştî du rojan bi êrîşa hêzên Yezîd tên kuştin.

Bûyera han ji bilî vê yekê ku di nava gelên din de cih girtiye, di nava Kurdan û bi xasmanî Kurdên Şîe de jî wek bûyerek cûdanebûyî ji dîroka Kurdan tê mêze kirin.

Di dîroka Kurdan de em zaf caran nav û dengê mîrê Biradostî yanî Emîr Xanê Lep Zêrîn dibihîsin û em gelek caran di nava hin sitran û hin pirtûkan ku ji tiliyê destan derbas nabin nav û dengê Emîr Xanê Biradostî Dibihîzin.
Lê çavaye em qet ji dîroka xwe a gelek tirajêdîktir ji Aşûrayê xwedî dernakevin ku dîroka neteweya me bixwe ye û bûyereke ku hatiye ser gelê Kurd!

Ma gelo eger di bûyera Aşûrayê de 72 kes hatin kuştin, di bûyer û karesata Dimdimê de bi hezaran Kurd, bi jin û zarokan hatin kuştin. Ma gelo eger di bûyera Aşûrayê seba Qutkirina avê bi ser Îmam Husên û hevalên wî de, ev du rojan bê av man, di bûyera Dimdimê de bi mehan Kurd di nava Kelê de hatin dorpêç kirin û av li ser wan hate qutkirin.
Ma gelo eger şerê Aşûrayê di navbera du Kur apên Ereb de bûye, bûyera Dimdimê di navbera Şah Ebasê Sefewî ê Turkê Şîe û Emîr Xanê Lep Zêrîn ê Kurdê Sûnî de bûye!

Ma gelo heke di bûyera Aşûrayê de ku nêzîk bi 1000 salan berî niha qewimiye û Îmamê Husên û hevalên xwe li ser deshilatdaryê di navbera wan de şer çêbû, li bûyera Dimdimê de Kurd bi rêberiya Emîrxanê Biradostî li hember dijminekî dagîrker ravestane û li Xak û wilatê xwe yê bab û kalan berevanî kirine û hatine Şehîd kirin.

Lê gelo pirs niha ewa ye çima Kurd li hember bûyerekî ewqas mezin û terajêdîk ku di beyt û hin sitranên Kurdî de hene, xemsar û guhê xwe ji hemû tiştekê ker kirine û di hember de bûne şeyda û evîndarên hin karesatên netewên din û ji bo wan rondikan dirêjin!!!

Çima Kurd bi giştî li hember Aşûrayên Kurdan bêdeng in û bûyerên dîrokî ên Kurdistanê nikarin fêm bikin û bigire gellek caran wan bûyeran bê nirx dizanin.

Çima Turk bûyerên wek kuştina Babekê Xoremdîn ku bi eslê xwe Kurd bûye didizin û bi navê destanekî Turkî di dîroka xwe de didin nîşan dan, lê Kurd bi hebûna hezaran dastan û bûyerên rastîn ku piraniya wan li ser rastî û bingeha heqxwaziyê hatine qewmîn û bi hezaran Kurd têde hatine kuştin, xemsar û zor caran jî bi awayekî sivik mêzeyî wan bûyeran dikin.

Eger em mêzeyî Dastana Kela Dimdim a Erebê Şemo dikin,eger parek ji vê xeyalên wî ne, bêguman para sereke a vê romanê li ser bingeha rastiyên dîrokî hatiye nivîsandin.

Bê şik û guman di dîroka Kurdan de gelek bûyerên xirabtir ji karesata Aşûrayê hene, lê çima em Kurd li dîrok û serpêhatiyên gelê xwe xwedî dernakevin! çima em karesta Dimdimê, qetlîama Dêrsimê, terajidiya Helbçê bi kêm dizanin, lê li hember da em ji hin tiştên gel û netewên din ku destê wan bi xwîna Kurdan sor e, xwedî derdikevin û xwe ji wan zêdetir bi berevankarê wan bûyeran ku bi tu awayî bi Kurdan ve girêdayî nine nîşan didin.

Ma gelo dîroka netewa Kurd kêm Aşûra hene?