Dijmin Dixwaze Ku Kurd Bi Kurda Re Şer Bike!

15:07 - 12 Nîsan 2013
Unknown Author
Paşa Amedî

Welatê kurda ciheke dîrokî, çand û aborî ye, li ser vê erdnigariyê de her çar demsalê xweşik hene, cihê zevî û cotkariyê ye, herê bi qêmet jî av û nift heye. Ji ber vî îştaha dijmin pir digşîne. 

Kurd tim di halê xwe de bûye û têkiliyê dewlet û îpmaratoriyan nebûye, tim xwe parastiye û welatan dagirî nekiriye û heyeta xwe dewam kiriye. Warê kurda ji gelek dewletan re bûye sînor, û kesek zû bi zû têkilê kurda nebûye heta dewra Yawuz Sultan Selîm. Ji wir şûnda an xwestine ku kurda ji xwe re bike maşe an cihê kurda bûye qada şer, an ji dijmin kurda ji xwe re kiriye mertal. 

Dijmin li ser rewşa kurdan gelek lêkolîn kiriye û dizanin ku kurd bi çi awayî tê xapandin û bi çi hesdar in û çi qelsa kurdan hene. Ji ber vî gelek dewlet an pergel kurda geh bi hestê millî, geh bi netewî, geh bi oldariyê, geh bi pere geh bi meqamê, geh bi axatiyê. xapandine û ji xwe re kirine maşe. Di wê gavê de kurdê wiha ji dijmin gelek sûd girti be jî paşê jî tiştek nedane wan û gotine ku hûn ji miletê xwe re nabin dost, hûnê ji me re bibin dost ev bûyeran dî dîroka sehildana Şêx Seîd de û di demên nêzîk de jî pir bûne û gel bûye şahîd.Dijmin ji bo hebûn û tevgeriya xwe mirovê wiha ne têr kiriye ne jî birçî, ev sîlaha dijmin e, 
Mirovê kurd şervan e, oldar e, dilsoz e, belengaz e, ji bo rûmeta xwe her tiştî kare bike lêbelê pir zû tê xapandin ew ji dilsoziyê tê an ji ji xîzaniyê tê. 

Ustad Seidê Kurdî dibêje “Kurd naxapîne lêbelê tê xapandin.” Ev gotineke rast e, em li dîroka kurdan mêze dikin ku kurd bi gelek caran hatine xapandin, ji ber vî ye ku kurd bê dewlet, bê sazî û belengaz mane. 

Li ser kurda tim dijmin kar kiriye, dijmin serketiye bi xwe jiyaye û tim kurd miriye, perîşan bûye û xêzan ketiye. 

Ku kurd di kîjan tevgerê de be bila bibe divê kurd ji xwe haydarbin, divê kurd hebûna hev bipejrîne û nebin dijê hev. Ji dijminatiyê tu kes feyde negirtiye, tenê dijmin kar kiriye. Fikra kurdan çi dibe bile be, çep an oldar, divê nebin leystikê dijmin, 

Îro li Tirkiyê mêze bikin, Di nav tirkanda fikra çepgir, rastgir, oldarî, lêberal, faşistî tev hene, ku ji hev cudabin jî li hev naxin, pevçûnê nakin, hevudu nakujin bi hev re bi rehetî tev dijîn lêbelê mesela wexta ku dibe tirk, tirktitî dewlet qat bi qat tev yek dibin in û wek hev difikirin. 

Hareketê ku kurda bikuje û oldariya kurda rake, an tevgera ku kurdaweriyê bikuje, hareketa ku dijmin xurt bike, divê kurd li wir nebin û kurd tev û bihev re li dijî wî be. 

Ustad Seîdê Kurdî nexweşî û çareseriyan me wiha “Sê cewherên kurda; Îslamiyet, însaniyet û milliyet. Sê dijminê Kurda; feqîrtî, nezanî û dijmintî/îxtilafî. Sê çareyên Kurda; xwendin, muhebeta milli û însan e şuxla xwe bı nefsa xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedê nîşanê me daye. 

Divê kurdê misliman an çepgir be kî dibe bila be ji dijminê xwe hêvî neke û piştgiriyê neke û pişta xwe nede dijminê xwe, çimkî dijmin tim şiyar e, dijmin dixwaze ku li ser kurda siyaseta xwe bidomîne ji bo dewamiya sazûmana xwe. 

Xuya ye ku dixwazin rêxistinê kurda berahev bidin û şerbikin, çimkî li cem dijmin kurdê misliman an kurdê çepgir kî miriye ji wan re ferq tuneye. Ji wan re bijî dewlet bijî menfaet heye, ji wan re Li cem dijmin “herî kurdê baş kurdê mirî ye.” 

Kurdên başûr bi salan bihev re şer kirin, bi hezaran kurd mir û kurd perîşan bûn, paşê kî kar kir, li ser kurdan? Dawiyê jî kurd ku îttifaq kirin kî kar kir? Divê rewşa kurdê Kurdîstana başûr ji me re bibe mînak. 

Dijmin dixwaze ku kurd bi kurda re şer bike û hevudu bide kuştin! Divê kurd jî li xwe haydar bin û tim şiyar be ku nebe sedema kuştina kurda. 

Ma ji her kesî re ji her miletê re jiyan û rehetî hebe, ma ji kurda re jiyan û rehetî tunebe. Kî ji miletê xwe hez bike divê nebe dijminê miletê xwe. 

Ku kurd ji gelê xwe re nebe û nikaribe bibe xîzmetkar divê nebe asteng jî.