Dijatiya senterên êminiy(emniyetî)ê tev azad-mirexesî û berdana hejmarik girtiyên siyasiyê Kurd

12:17 - 31 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 6 girtiyên siyasiyê Kurd ji xelkê şarên Bokan û Mihabad, ji aliyê senterên êminî, bandor xistine ser û pêşî ji mirexesî û berdana merciya wan girtine.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Qasim Rehîmî Azer, Celal Nasirî, Simayîl Hemzepûr, Nasir Terîq, Elî Mewla Nijad û Osman Mewla Nijad, ev 6 hewsiyên siyasiyên Kurdin ku daxwaza murexesî û berdana mercî kirine, daxwazik ku tev dijatiya senterên êminiya şarê Mihabadê rûberû bûye.

Qasim Rehîmî Azer û Celal Nasirî, ji xelkê şarê Bokan, heyva Reşema sala 1389a rojî, ji aliyê hêzên emniyetiyên vî şarî bi tometa alikarî tev partiyik siyasiyê dijî hukûmeta islamiya Îranê hatin girtinê û paşî 75 rojan ji ragirtina wan li gitîgeha dezgeha ewlehiyê, bi bi danîna barmita 70,000,000 tûmenî hatin berdan û li 19ê Rezbera sala 1390 de , gelemper bi 13 sal hews hatin mehkûm kirinê.

Paşî dadgeha pêdeçonê, hukmê her yek jiwan girtiyên siyasî bi 4 sal hewsa teizîrî kêm kir.

Gorekî “madda 38a yasaya sizayên islamî”, her hewsiyik ku pêşde dosya dadweriyê çinebe û iva hukmê xwe bihorandibe, dikare behre ji yasaya mercî bigre û bê berdanê.

He gorekî vê yasayê” Qasim Rehîmî Azer û Celal Nasirî” yasaya mercdar de cî dibin û bi gotina xebatkarên mafê mirov, dijatiya senterên emniyetî, rêgirî ji berdana van dike.

Pêş de jî li 4ê Pûşpera sala 1392 de , dezgeha ewlehiya şarê Bokan, dijitî tev raguhastina van 2 girtiyên siyasî ji girtîgeha Mihabad bi girtîgeha Bokanê kiribû.

Ji aliyik din û bi gotina serekaniyik agadar,” Simaîl Hemzepûr, Nasir Terîq, Elî Mewla Nijad û Osman Mewla Nijad” jî daxwaza mirexesî û yasaya “ niv berdayî” kirine û ev daxwaza ji aliyê berpirsên girtîgeha Mihabadê hatine ret kirinê.

Ev 4 girtiyên siyasî, tev 11 kesên din ji xelkê Mihabad, heyva Sermaweza sala 1390, bo tometa alikarî tev partên Kurdiyên opozîsiyona hukûmeta Îran, ji aliyê hêzên ewlehiya şarê Mihabadê hatine girtin.

Osman Mewla nijad bi 10 sal hews, Elî Mewla Nijad, simaîl Hemzepûr û Nasir Terîq, her yek bi 5 sal hewsa teizîrî hatine hukum danê û he niha li grtîgeha şarê Mihabadê midê hukmû xwe derbas dikin.