Dîdara Mêdya karên Rojhilatî li bajarê Silêmaniyê birêve çû

13:48 - 18 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê-çiqa Silêmaniyê seva 115 hemîn sala derçûna rojnameya Kurdistan li bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna berpirsyarên vê sendikayê û hejimarek berçav ji mêdyakarên rojhilatî, dîdarek li ser rewşa mêdyakarên Rojhilata Kurdistanê û akinciyên herêma Kurdistanê birêve bir.

Cewad Heyderî rojnamenivîs û yek ji birêveberên vê civînê di pêywendiyek telefonî de tevî ajansa kurdpa bilav kir: Rojnamenivîsên rojhilatî yên Kurdistana Îranê gilî û gazindên xwe bas kir û pitir li ser çareseriya pirsgirêka hebûna kar û cihê akincî bûnê kirin.

\"12070.jpg\"
Heyderî base vê yekê jî kir ku div ê çavpêkevtinê de pirsgirêka “Îqamê”, cihê akincî bûnê û hebûna derfeta kar jibo mêdyakarên rojhilatê Kurdistanê ku li herêma Kurdistanê jiyanê dikin hate ber bas.her wisa Karwan Enwer berpirsyarê sendikaya rojnamenivîsênan a çiqa Silêmaniyê basê vê yekê kir ku li gorî îmkanan alikariya rojnamenivîsên rojhilatê kurdistanê jibo akincîbûn li herêmê de dikin.

RojnamenivîsêKurd base vê yekê jî kir, Karwan Enwer ragehandiye ku hemû sikalayên rojnamenivîsan dê bihên dîtin û gengeşe kirin û piştre jibo dudaçûnê radestî dam û dezgehên hûkimî yên herêma Kurdistanê bihên kirin.

\"12064.jpg\"

\"12059.jpg\"

\"12062.jpg\"

\"12060.jpg\"

\"12063.jpg\"

\"12061.jpg\"