DI ROJEKE GERM DE SÎDAR Û DI CÎHANA HELBESTVANIYÊ DE “SENAR”

14:59 - 10 Nîsan 2013
Unknown Author
Om Keleşkî

Ez nizanim çi hikmet e ku kurdên rojhilatî di cîhana wêjeya kurdî de berhemine nemir
nehiştine? Dikarim wiha jî bibêjim ev çi hikmet e ku tu berhemeke nemir a kurdên rojhilatî
negihiştiye roja me? Gelo hene ez nizanim an jî wekî her kesî ez jî dizanim ku tunene?
Nifşa piştî me nikare vê pirsê bike. Ji ber ku di van rojên dawîn de dîwaneke
helbestên Senarî kete ber destên min û baskên min tunebûn ku bifirim. Beriya ku ez qala
dîwanê bikim dixwazim qala helbestvanî bikim:
Senar bi navê xwe yî rastîn Mûsa Qulîkî Mîlan newroza 1969an de li gundê Xeleca
Kurdan a bi ser Makoyê ve hatiye cîhanê. Astên pêşîn ên perwerdehiyê li gundê xwe û
bajarokê Şotê kuta kirine. Di sala 1995an de ji beşa ziman û wêjeya farsî (Zanîngeha
Tewrêzê) bawernameya lîsansê wergirtiye û niha li Têranê dijî. Senarî ji bilî perwerdehiya li
zanîngehê gelek sertîfîkayên têkildarî kar û barên xwe jî wergirtine.
Senar cara yekem weşaneke kurdî li pirtûkxaneya zanîngeha Tewrêzê dibîne û meşa
wî ya ber bi wêjeya kurdî dest pê dike. Di sala 2000î de dîwana wî ya pêşîn bi navê “Ez
Insan Im” li Urmiyê tê weşandin. Dîwana wî ya duyem jî bi navê “Mizgîn” ji nav weşanên
Huseynî Esl a li Urmiyeyê de hatiye weşandin.
Di vê nivîsa xwe de ez ê dîwana wî ya dawîn, ango “Mizgîn”ê binirxînim:
1. Ji aliyê dîtbariyê ve:
a. Pirtûk bi bergekî rengîn û naverok li ser kaxeza sipî hatiye çapkirin. Her çiqas gelek
wate li ser bergî hatibin nitirandin jî rûpelsaziya bergî heweskarî (amatorî) ye.
Kompozîsyona bergî wiha ye: Di cîhaneke reştarî de taveke zêrîn ber bi hilatinê ye an jî dem
dema rofirrînê ye. Dareke ku belgên wê kesk in di ber vê ronahiyê xuya dibe û li aliyê çepê,
hinekî li jorê kevotkeke posteger bi nameyekê difire. Li gorî min divê nav û durifê pirtûkê
wiha bihata rêzkirin: Bi fonteke gir Senar û bi fonteke biçekê jê biçûktir di nava du
kevanekan de navê wî yê rastîn bihata nivîsandin. Paşê navê pirtûkê û di nava du bendikan de
jî cureyê wê bihata nivîsandin.Her wiha divê logo an jî navê weşanxaneyê ne tenê li piştê, li
ser bergî jî bihata diyarkirin. Wekî nimûne:
Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)
Mizgînî
-helbest-
Weşîneka Huseynî Esl
b. Rûpelsaziya pirtûkê ewqasî ne pisporî ye. Pêşgotina helbestvanî û pêşkêşiya Ahmedê
Hepoyî yên ku di serê pirtûkê de cih girtine ji rûpelsaziya helbestan gelekî baştir hatine
rêzkirin. Li gorî min di xebatên helbestî de divê nîvê rûpelê bê bikaranîn: An nîvê jorîn an jî
nîvê jêrîn. Bi qasî estetîka ristina helbestê, rêzkirina helbestê jî girîng e. Wekî nimûne: Heke
navbera risteyan (setran) ji hev dûr be, herikbariya helbestê winda dibe. Şîreta min li
helbestvanî ew e: Gava helbestan dinivîse bila li gorî dilê xwe here; lêbelê gava dor hate
rêzkirin û çapkirina wan bila li helbesta cîhanê jî binêre bê ka estetîka wê ya dîtbarî çawa ye;
li gorî govenda cîhanê bireqise û tiştên neceribandî li ser helbesta kurdî neceribîne.
c. Pirtûk ji pêşgotineke helbestvanî, pêşkêşiya endamê Yekîtiya Nivîskarên Azerbaycanê
Ahmedê Hepoyî û 33 helbestan pêk hatiye. Her wiha helbest li gorî mêjûya nivîsandinê
hatine rêzkirin, ne ku li gorî naverokên wan. Rûpelên pêşgotin û pêşkêşiyê bi tîpên girdek
hatine jimarekirinê û wekî A, B, C, ... berdewam dike. Rûpelên dîwanê bi xwe jî bi jimareyên sanskirîtî yên ku îro ereb bi kar tînin hatiye bikaranîn, ne ku bi jimareyên erebî yên ku îro
welatên rojavayî bi kar tînin. Ji ber ku Ahmedê Hepoyî ev pirtûk sererast kiriye hinek
pirsgirêkên rastnivîsê tê de hene. Wekî ku hûn jî dizanin kurdên Sovyêta berê ji aliyê
rastnivîsê ve gelekî lawaz in; lêbelê Ahmedê Hepoyî bi qasî ku nivîskarekî baş e ewqasî
xwendevanekî baş e jî. Lewre hinekî xwe ji çewtnivîsê rizgar kiriye, zimanê xwe nûjen
kiriye, heke ne li gorî standardên roja îroyîn be jî.
2. Ji aliyê bedewiyê ve:
Pirtûk bi helbesta “Nayê Girtin” ve dest pê dike û wiha dibêje: “Ber miya ku virnî
dizê/beranê rind nayê girtin.” Ji hevokê jî diyar e ku helbestvan balê dikşîne ser esl û
bingehê tiştan ku çi tişt divê ji ku bê girtin. Qafiyeya helbestê li ser “nayê girtin” hatiye
avakirin. Paşê derbasî helbesta bi navê “Ez Ê Bêm” dibe û ev helbest jî bi şêwazê çarînan li
ser “Ez ê bêm, heta dawî bêm” hatiye avakirin. Her wekî ji nav û qafiyeyê jî diyar e ku
helbestvan balê dikşîne ser hêviyê. Di helbesta sisiyan de helbestvan mijara “Şevereş”ê
dinitirîne û diyar e ku helbestvanî her helbest li gorî pirsgirêka dema xwe nivîsandiye. Heke
mirov serdanpê pirtûkê bixwîne dikare derûnnasiya helbestvên û civakê baş fêm bike.
Helbesta pêşîn di sala 1994an de û ya dawîn jî 2005an de hatiye ristin. Di vê maweyê de çi
hatibe serê helbestvanî an jî li dorhêla wî çi qewimîbe bi awayekî sergirtî an jî servekirî tê de
cih girtine. Wekî nimûne di helbesta bi navê “Çi Qewimî” de qala kuştina Apê Mûsa Enter
dike ku mêjûya nivîsandinê 1996 e.
Zimanê dîwanê nêzikî terzê standard e; lê cihinan bîna kurmanciyeke devokî jê tê. Bi
rastî heke tenê bi devoka gundê Xeleca Kurdan an jî dorhêla Makoyê bihata nivîsandin mirov
dê gelek peyvên nû jê hîn bibûya. Lêbelê helbestvanî bi hostatiyeke bilind devoka xwe nêzikî
zimanê standard kiriye: Wekî nimûne: Gotî tu warî, derxînî (divê tu werî û derxînî), tevayî
unda dibin (bi tevahî winda dibin), wekî ez ê wek dupûşkê (heke ez ê wek dûpişkê), usa te
çok dilerizin (wisan li te çok dilerizin), bi wê rewşa haqasî reş (bi wê rewşa ewqasî reş),
bejêr dike sîbana reş (berjêr dike sîwana reş), bigrîn dayîkên dilkeştî (bigirîn dayikên
dilşkestî), Bûda Bamyan de keştandin (Bûda di Bamyan de şkandin), wê bi xwe re bihere (wê
bi xwe re bibe), ji firoka perkeştî (ji firoka perşkestî), angorî çil û pênc carî (bi qasî çil û
pênc carî), tê kewa dilê xelqê, bi hêsanî nêçîr kî (tu dê kewa dilê xelqê bi hêsanî nêçîr bikî),
êdî bes e çavêm kor kî (êdî bes e çavê min kor bikî), êdî bes e qeyda nigan (êdî bes e qeyda
lingan), destêm biguvêşe belkî (destê min biguvêşe belkî).
-Her wekî di hemû devokên serhedî, elegezî û rojilatiyan de heye- di vê pirtûkê jî li gelek
cihan “ketina/xistina pêşdaçekan” berbiçav e. Lêbelê vê rewş herka helbestê xera nekiriye,
wate daye fêm kirin.
Ji aliyekî din ve helbestvanî hinek peyvên gelek xweş darijtine û mirov tê dernaxe ku ev
peyv paşê bi destî wî hatine çêkirin: reşbîr (dijwateya ronakbîrê), reşkuj (kujerê bi peretî),
fermana rojreşiyê (fermana kavilkirin û wêrankirinê), hermayî (ebedî, sermedî), herheyî
(ezelî), devdukan (hem bi wateya zimandirêjiyê hem jî bi wateya zarşirîniya ku ji her pirsê re
bersivek tê de heye), dijkiryar (çalakiya ku li hemberî çalakiyekê tê lidarxistin)
Bi rastî ev dîwan wekî sîdarekê ye ku tu di rojeke germ de di bin siya wê de rawestî,
bêhna xwe vedî û di bin bandora wê de têkevî xeweke sivik. Her wiha ev pirtûk hem ji aliyê
ekolojiyê ve wateyên xurt pêşkêş dike hem jî ji aliyê derûnnasiyê ve hêviyeke xurt dide
mirovî. Her wiha li cihinan rastî wateyên gelekî xweşik jî têyî. Wekî nimûne:
Li dewsa komkirina
piştiyên dar û qirşan
werin em dest bidin hev
avê ser êgir de kin.
Navnîşana xwestina pirtûkê: Weşîneka Huseynî Esl, Urmiye, telefon: 0441 235 24 03.
(Mixabin e-posteyên weşanxane û helbestvanî nehatine diyarkirin.)