Di rewşa awarte û ewlehiya Urmiyê de, binçavkirina ciwanan berdewam e

22:29 - 26 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Di çend rojên borî de, bi sedema rewşa awarte ya hakim bi ser Rojhilatê Kurdistanê û nifûza hêzên Kurd li Sînor û nav welatê Îranê, hêzên ewlekarî yên wî welatî ciwanan binçav dikin.

Li gor raporra ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Behmen Haşimpûr û Silêman Nîkzad, ji wan kesane ku ji aliyê hêzên ewlekar yên Îranê li Urmiyeyê hatine binçavkirin.

Peyamnêrê Kurdpa ji zarê rûniştvanekî devera “Mirgewer”a Urmiyeyê ragihand: “Husên Birîwan yek jî sîxorên girêdayî hikûmeta îslamiya Îranê ye ku berdewam gefan li şêniyên wê dever dixwe û wan ji çalakiyên siyasî ditirsîne.”

Her wiha yek ji welatiyên xwecihî yê deverê jî ajansa Kurdpa re gotiye: “Îsa Xwedayî jî yek ji wan dest û peywendiyê hikûmeta Îranê ye ku tim zextan ji hemwelatiyan dike û bi aliyîkariya Husên Birîwan gefan ji şêniyên deverê dike.

Awat Emînî û Emîr Ebdulahî jî du kesên din yên binçavkirî ne ku piştî çend rojan bi awayekî demkî hatine berdan.

Heya niha ji sedemên binçakirina wan kesane agahiyek bidest neketiye.

Girêdayî wê pirsê û gor raportên gihîştî berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmara kesên hatinî binçavkirin li Urmiye û deverên wê gihîştiye 30 kesan. Lê bi sedema rewşa awarte û ewlekarî, ragihandina nûçeyên wê derbareyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dibe.

Hemwelatiyên xwecihî yên Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, ser vê baweriyê ne: Zêdebûna zextên hikûmetê bi ser gelên vê deverê herwiha rewşa tund ya awarte, bi sedema çûna partiyên opozisyona hikûmeta îslamî ya Îranê nemaze PDKÎ bo nav wî welatî ne.

Beriya niha bi çend rojan li sînorê Şinoya Rojhilatê Kurdistanê, navbera PDKÎ û PKK dê nakokî derketibûn ku di encamê de du aliyan zerarên canî bi xwe dîtibûn.