Di Rebetê de şer û pevçûneke çekdarî rû da

21:18 - 15 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên Spaha Pasdaran di derdora Serdeştê berbirûyê şer û pevçûna çekdarî digel kesên nenas bûn.

Li gora raporên gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, berî nîvro bilindahiyên derdora bajarê Rebet a ser bi şaristana Serdeştê bû qada pevçûna çekdarî digel kesên nenas.

Ew pevçûn di navbera gundên “Leylane” û “Kole” de bûye, ku cihê akincîbûna binkeya leşkerî ya hêza ser sînor e.

Li gora gotina nûçegihanê Kurdpa, heya niha nasnameya wan kesên ku digel hêzên Îranê şer kirine nediyar e, û niha hîlîkoptereke rejîma Îramê li hinda cihê pevçûnê di hale hatûçûnê de ye.

Yek ji akinciyên herêmî di pêwendiyeke telefonî de digel Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa ragehand ku: “Ez xelkê Rebetê me, û pevçûna îro digel partiyên opozisyona rejîmê bûye, û kuştî û birîndar jî hene”.

Ajansa Kurdpa bi sedema nebûna belge û şahidên tewaw, nikare rastiya hebûna kuştî û birîndaran piştrast bike.

Ji buhara îsal ve pêşmergeyên partiyên Demokrat û Komele, di herêmên sînorî ên Rojhilata Kurdistanê cihgir bûne, û li gora gotina rêberên van partiyan, hekî di dema çalakiyan de êrîş were ser wan, ewê jî parastina rewa ji xwe bikin.