Di navbera wezîfedaran û girtiyên girtîgeha Navendî ya Sine de şer derket

21:22 - 17 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Şer û pevçûna di navbera wezîfedarên girtîgeha bajarê Sine û hejmarek ji girtiyên vê girtîgehê, birîndarbûna nêzî 20 kesan li pey xwe anî.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, êvariya roja Înê 25`ê Cozerdanê,(15`ê Hezîranê), wezîfedarên Girtîgeha Navendî a bajarê Sine, di dema ku dixwastin “Ramîn Husênpenahî” girtiyê siyasî yê Kurd yê mehkûm bi cezaya îdamê, li taya (benda) giştî bo odeya takekesî veguhêzin, şer û pevçûn di navbera girtiyên taya (benda) giştî û wezîfedarên vê girtîgehê de derket.

Çavkaniyeke haydar di bajarê Sine de, di vê derheqê de ji Ajansa “Kurdpa”yê re ragehandiye ku: Wezîfedarên girtîgehê xwastine “Ramîn Husênpenahî” ji bo odeya takekesî veguhêzin, her ev yeka jî bûye sebeba derketina şer di navbera girtiyan û wezîfedarên girtîgehê de, û di encama vî şerî de jî 18 girtî û wezîfedarên girtîgehê girtîgehê birîndar bûne.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê, ji devê vê çavkaniyê ragehandiye ku: Di vî şer û pevçûnê de “Ramîn Husênpenahî” û “Heyder Qurbanî” birîndar bûne, û berpirsên vê girtîgehê jî daxwaza hêza zêde ji bo bêdengkirina vê rewşa aloz di girtîgehê kirbûn.

“Ramîn Husênpenahî” roja Înê 2`ê Pûşpera sala derbazbûyî, di şer û peçûna digel hêzên Spaha Pasdaran a bajarê Sine bi dijwarî birîndar bibû, û ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve jî hatibû binçavkirin.

Di heyamên borî de, “Husên Ehmedîniyaz”, parêzerê dosiyeya “Ramîn Husênpenahî” bi îşarekirina bi cezaya îdamkirina “Ramîn” di gotûbêjeke kurt digel Ajansa “Kurdpa”yê, ragehandibû ku: “Ramîn Husênpenahî” bi tawana “Bexa” û endambûn “Komelê” bi cezaya îdamkirinê di hewşa girtîgeha bajarê Sine de hatiye mehkûmkirin”.

Herwisa “Heyder Qurbanî” kurê “Elî” girtiyê siyasî yê Kurd yê xelkê bajarê Kamyaranê jî di Girtîgeha Navendî a bajarê Sine de ev nêzîkî du salan e ku çaranivîsa vî ne zelal e, û heyanî niha jî dadgeh ji bo cudakirina tawana vî bi rê ve neçûye, û herwisa dosiyeya qezay ya vî hevwelatiyê Kurd riya yasayî ya xwe jî nepivaye, û navbirî ji mafê hebûna parêzer jî bêpar e.