Di navbera Welatiyên gundê “Dizlî” û pasgeha vî gundî de şer û pevçûn çêbûn

13:52 - 20 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Di encama êrişa hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê bo ser pasgeha gundê “Dizlî”bo ser malên welatiyên wî gundî û herêma Hewramanê, şer û pevçûn çêbûn.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja pêncşem berwar 18’ê Nîsana 2013’an hêzên Întizamî yên cêgir li pasgeha gundê Dizlî de, çendîn dezgehên Mahwareyan û Matorsîklêtên welatiyên vî gundî zewt kirin ku di encam de di navbera xelk û hêzên Întizamî de şer çêbû.

Yek ji akinciyên gundê Dizlî bi ajansa Kurdpa ragehand, berpirsyarê pasgeha gundê han heyamê çend mehane ku zext û giwaşek zaf xistiye ser xelkê gund û bi hincetên cûr bi cûr daxwaza pere ji xelkê dike.

Her wisa roja çarşem 17’ê Nîsanê, hêzên Întizamî yên pasgeha gundê Dizlî çûne gundê Derekê li herêma Hewramanê û bêrêzî bi xelkê gund kirin û dest bi ser çen mutorsîklêtan de girtin.