Di Mem û Zîn ê de Neteweperestiya Kurd

14:56 - 4 Hezîran 2015
Unknown Author
Gabar Çiyan

\"Rewşa polîtîk a dijwar, ne tenê li lêkolînên edebî, dîrokî û etnolojî, her wiha bandorê ziman û çanda kurdî jî dike. Dabeşkirina Kurdistanê nav çend welatan, durbûn anîye pê û çanda kurdî jî perçe kiriye, xet xistiye navê. Ji bo berxwedana gelê kurd qels bikeve, karakterên netewî têk bibin, bi asîmîlê ji holê rakin û bikin kole, çi xirabiyên pêwîst hene dihênin pê.

Li dijî vê siyaseta hov, kurda herdem berxwe da û serî hilda. Ji sedsala 19 an, ber bi ya 20 an, tevgera netewî rengek polîtîk girt û avakirina dewletek netewî bû yek ji armancên bingehîn. Kurdayetî êdî bû motora tevgera netewî a esasî. Helbestvan û ronakbîrê kurd Ehmedê Xanî (1650-1707) mirovê yekem e ku bingeha neteweperestiya kurd daniye. Wî, bi destana Mem û Zîn ê rewşa Kurdistanê bi şêweyek polîtîk analîz kir, ji bo azadî û avakirina devletek netewî bi navê Kurdistan, bang li xelkê kir.

Xanî bala gelek lêkolînêr û nivîskaran kişandiye. Dema qala roja ji dayikbûn û wefata wî tê kirin, li ser heman rojê li hev nakin. Ev yek bo nivîsîna Mem û Zîn ê jî derbas dibe.

Xanî bersiva pirsê di Mem û Zîn de dide. Sala 1061 (2652), dibêje. Li gorî salnama mîladî di 1650-1651 hatiye dinê. Nivîsîna Mem û Zîn ê di 44 saliya xwe de dawî aniye (2653). Li gorî mîladî (zayînî) dibe 1695. Aladîn Sucadî li ser sala wefatê lêkolîn kiriye û \"Di dîroka Edebiyata Kurdî\" de dibêje ku Xanî 57 salan jiya ye û di sala 1706-1707 de wefat kiriye.
Xanî, bi turkî, erebî û farisî baş zanîbû. Lê wî berhemên xwe bi kurdî nivîsî. Kurbûn û bedewbûna kurdî raxist ber çavan û pê, berhemên giranbûha afirand. Bi bilindiya helbestê, mezinbûna hunera xwe eşkere kir. Weke ronakbîr û bi helwêsta rêvebirekî, dîtina xwe li ser navê gel, bi riya nivîsînê ragihand. Di dîroka Edebiyata Kurdî de, nirx û cihê berhemên wî, nikare li mêzînê bikeve (berçavbûnê winda be), giranbûha ne. Sê kitêbên hêja hiştine: Nûbara Biçukan, Aqîda Îmanê, Mem û Zîn.

Nivîsîna Nûbara Biçukan 1094 (Hicrî) de bi dawî hatiye. Ferhenga erebî-kurdî, bi şêweyê helbestê nivîsî ye. Ji 14 beşan pêk tê û giringiya başbûn û fêrbûnê ji xwe re dike mijar. Di dema fêrkirinê de, sebir, zanabûn û berdewama kar ji mamosteyan re tewsîye dike. Xanî, nirxêk mezin dida zarokan. Ji rêvebirên wê demê bêhtir, hêviya xwe bi neslên nû girêdabû. Li gorî Xanî, neslê nû bi xwendin û perwerdê dê berê kurda bida rizgarî û felatê.

Eqîda Îmanê ji 73 risteyan pêk tê. Erebî, bi hatina Îslamê re ne tenê li bawerî, her wiha li adet û toreyan jî tesîra piralî kir. Di demek wiha de ku, nivîsîna erebî di nava gelek milletan de populer bû, nivîskarên kurd jî bi erebî dinîvisîn, Xanî, qaîdeyên Îmanê bi kurdî şirove kir.

Giringiya wê, ji nivîsîna bi kurdî tê. Bi nivîsîna Eqîda Îmanê ispat û îqna kir ku, bi kurdî jî şirovekirina Îslamê dibe, ne guneh e, baştir tê fêmkirin.

Di Edebiyata Kurdî de berhema herî mezin û giranbuha, Mem û Zîn e. Û Ehmedê Xanî jî, bo du sedeman di Dîroka Edebiyata Kurdî de helbestvan û revebirê herî mezin e:

Mem û Zîn, li ser esasê qeîde (qaîde) û şertê destana klasîk a Rojhilat nîvîsî. Berhem li ser çîrokek kurdî ava kir û bi vê, zimanê kurdî anî mustewa zimanên rojhilat.

Xanî, di dîroka kurda de, kesê yekem ku, neteweperestiya kurd, formule û zelal kiriye. Di Mem û Zîn ê de, sedema rewşa xirap li welêt, bi perçe kirina Kurdistanê, di nav Sefewî û Osmaniyan de, girê dide. Di vê rewşa xirap de jî, kurd karin berxwe bidin û dewleta xwe a netewî ava bikin. Tenê sê tişt dikare kurda bighêjîne felatê, gotiye:
Yekîtî, bihêzbûn û însanetî (qencî).\"

Nivîsa jor, beşek ji analîza nivîskar Ferhat Şakelî bû. Lêkolîna wî derbarê \"Mem û Zîn ê de Neteweperestiya Kurd\" têra xwe balkêş e.

Kitêba wî di nav weşanên Doz ê, li Istanbulê bi tirkî derketibû. Ji bo kesên dixwazin Ehmedê Xanî baştir nas bikin, çavkaniyek bi nirx e.