Di Kurdistanê de roja cîhaniya zarokan bi rê ve çû

19:55 - 10 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di çendîn bajarên Kurdistana Îranê de, roja cîhaniya zarokan li jêr diruşma (aştî û dostatiyê) bi encamdana çalakiyên cur bi cur bi rê ve çû.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, zarokên bajarê Bokan, Merîwan û Dereşar, rêz û hurmet ji roja cîhaniya zarokan girtin, û bi vê boneyê ve bafiroke bilind kirin.

Di bajarê Bokanê de, bi vê sedemê pêşangeha wênekêşanê ya zarokan hatiye vekirin.

\"28789.jpg\"
Di bajarê Merîwanê de, wekî deb û resmeke salane, bi amadebûna malbatên wan di deşta “Kolan” de bafiroke hildane.

Ew rêûresm bi alîkariya Nawenda Perwerdehiya Zarokan, û beşa tendirustî û şaredariya Merîwanê bi rê ve çû.

Ji aliyekî din ve, bajarê Dereşar jî di birêvebirina vê boneyê de xemsar nebûye, û bi wênekêşan û hildana bafirokeyan, roja cîhaniya zarokan bi bîr anîne.

NY jî roja 8’ê Çiriya Pêşîn, wekî roja cîhaniya zarokan diyarî kiriye, û di hinek ji welatên din de jî, ew roja cuda ye. Hêjayî basê ye ku di Îranê de, roja 17’ê Rezberê wekî roja cîhaniya zarokan hatiye ragehandin.