Di diyalogê de divê kurd, wesiyeta Qazî Mihemed ji bîr nekin

13:43 - 6 Nîsan 2013
Unknown Author
Paşa Amedî

Rojeva niha aşitî ye,aşitî, aşitî…
Aşitî û şer li dijê hev in, li ku war û cihan de şer hebe aşitî tune ye, li ku jî aşitî hebe li wir şer tune ye.

Pirsgirêka kurd kete rojevê, çi navî li pirsgirêka kurd bikin an nekin di binî de çareseriya pirsgirêka Kurd heye. Ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye li ber hilwşandinê ye. Ji bo vê pirsgirêkê dewleta Tirkiyê dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, xuya ye ku dewletli gor xwe çareser bike. Çareseriya dewletê jî çi ye niha ne kîfşe

Pirsgirêka Çareseriya kurd bi salan e ku berdewam e, çareseriya pirsa kurd biserokkomarê Tirkiyê Turgut Ozal ve destpê kiribû lê dawî nehat… Diyaloga dewraalê Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan jî di 2009an de bi “Pêşîvekirina Pirsa Kurd”kete rojevê,piştre jî li Habûrê asteng derket.Paşê pirsgirêka çareserî ya kurddibin sîvana “Pêşîvekirina demoqratiyê”de berdewam bû, pir hêdî meşiya… Saloxgerê dewletê tim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk dihanî.

Diyalog di nava Kurdan û hukumetê de bi rêberê PKK dest pê kir, bi nameya Abdullah Ocalan jî diyalog xurt bû û rojeva aşitî kete nav Kurdan.
Niha di vê demê de li Kurdistanê û Tirkiyê qala aşitiyê dibe; van rojanan detiştên xweş çê dibin û herkes dibêje “aşîtî,aşîtî,aşîtî…”
Eşkere ye ku dewlet, PKK, sazîyên sîvîl û herkes aşitî dîxwaze lê çawa?
Ez pêşî bibêjim “Aşitiya herî qirêj ji şerê çêtir e”aşitî jî bi diyalogê dest pê dibe. Her çareserî bi diyalogê çareser dibe.Ji bo ku aşitî çê bibe divê ewul di her du aliyan de dilsozî hebe.

Ji ber ku diyalog çê be û aşîtî bê divê her du alî hevudu nasbikin, nasname ya Kurdan jî nasbikin ku agirbesta peymanê çêbibe.Ku di diyalogê de hevudu nasnekin rêya aşitîyê dur e.

Peymanadîyalogê divê mijar li ser mafê kurdan be…di peymanê de divê Kurd hebe, ziman hebe…ya herî giring jî divê netewa kurdwere naskirin, ku ev xalan di rojeva diyalogê û peymana ku were çêkirin de kuev tunebin ev destpêka aşitiyê ji ewul de mirî ye ev xapandineke mezin e.
Kurdên ku di diyalogê de hene divê zanibin ku; çiqas dewletên ku bi kurdan re peyman çêkirinepaşê jî peymanên xwe bi deste xwe xera kirine û nasnameya kurdan nepejirandine… divê kurd van bûyeranji bîr nekin. Li dîrokê baş mezebikin ka mîrên kurdan çawa hatine xapandin û kuştin. bûyerên ku di mêjûya kurdan de hatine ser kurdan çi ne û paşê çi qewimî ye divê jê mêjûyê sudê vegirin.

Ji bo vê di van demên diyalogê de ya girîng ew e ku; divê kurd wesiyeta Pêşewa Qazî Mihemed jibîr nekîn, çimkî wesiyeta wî ji bo kurdan pir girînge, divê kurd her roj û her meh wesiyeta wî bixwînin ku puçên wanji bîr nekîn .

Berî darvekirinê, Pêşewa Qazî Mihemed wesiyetnameyek ji bo gelê Kurd nivîsiye, ku ev jî jiteksta wî ye:

Bismillahîrrehmanîrrehîm
Neteweya zilmlêkirî, bêbeş û asîmlekirî ya Kurd! Birayên birêz! Di deqeyên dawî yên jiyanê de wek şîret hinek tiştan ji we re dibêjim. Ji bo riza Xwedê dest ji dijminahiya hev berdin, yek bigirin û ji bo piştgirîkirina hevdu rabin, li beramber dijmin rawestin, xwe bi nirxekî kêm nefiroşin dijminan. Dijmin tenê dixwaze destkeftên we bo xwe bibe. Piştî vêna jî êdî em ne dilopek in.

Dijminên gelê Kurd zêde ne, zordar in, namerd û bê wîjdan in, sembola serkeftina her neteweyekê yekîtî û biihev re bûn e. Azadiya neteweyekê pêdivî bi piştîvaniya hemû neteweyê ye, neteweya yeknegirtî hertim di jêr desthilatê de ye. Hun neteweya Kurd tiştekî we ji neteweyên din ne kêmtir e. Berevajiya wê, mêranî, xîret û jêhatîbûna we gelekî zêdetir e. Ew neteweyên ku ji qeyd û benda dîlbûnê rizgar bûne yekgirtî bûn û xelas. Hun jî dikarin bi yekbûn û hevpeywendiyê zincîra dîlbûnê bişkînin.

Xweperestî, xiyanet û xwefiroşiyê bavêjin aliyekî. Êdî bi dijminan nexapin. Dijminên neteweya Kurd ji her taxim, grup, reng û regezekê, her dijmin e, namerd û bê wîjdan e. We diberde heve heta qazancên xwe bidest bixe, bi sozên derew, we dixapînin. Ji Îsmaîl Axayê Şikak heta Cewher Axayê birayê wî, Hemze Axayê Mengur, çendîn û çend qahremanên din, bi fêlên van zordarên mel’un xapiyan û bi awayekî namerdane hatin şehîdkirin.
Hemû bi Qur’an û sondan xapandin, baş e evna kengî ji Qur’an û sondan fam dikin, wefaya li ba vê komeleyê, wek kelûpelên bazarê ne. Bi rêya Xwedê û bo riza wî pişta hevdû bernedin û yekgirtî bin, bila dilê we di cîh de be ger dijmin gingiv bide we, jehr têde ye. Bi sondên wan ên derew mexapin. Ger hezar carî jî sond bixwin dubare ji xeynî jinavbirina we ti armanceke wan nîne.

Di demjimêrên dawî yên jiyana min de Xwedê şahid e ku di rêya azadî û bexteweriya we de min can û malê xwe li ser kir û ji hîç hewldanekê nereviyam. Li ba vanan, Kurdbûna we tawan e û ser, can, mal û şerefa we li ba wan helal e. Ji ber ku ew di meydana şer de nikarin li beramber we rawestin, hertim li fêl xefkan digerin. Şah û dar û destên wî peyam şandin ku ji gotûbêjê re made ne û ne meyldarê xwînrijandinê ne, lê min dizanî ku ew derewan dikin. Ger hinek ji serokeşîran xiyanet û xwefiroşî nekiriba û nehatina xapandin, komarê qet şikest nedixwar.

Wesiyeta min ew e ku hun zarokên xwe fêrî zanist û ‘ilim bikin. Tiştekî neteweya me ji neteweyên din ên cîhanê ne kêmtir e, ji xeynî zanist û ‘ilim. Fêrî zanist bibib daku di karwanê mirovayetiyê de li paş nemînin. Zanist, çeka jinavbirina dijminan e, bila dilê we di cîh de be ger hun bi du çekên yekîtî û zanist xwe bipêçin, dijmin nikarin tiştekî bikin. Çênabe bi mirina min û bira û kurapên min tirs bikeve dilê we. Hê divê gelek qahremanên din canê xwe bikin feda heta ku dara azadiya Kurdistanê berhem bide. Bawer im piştî me jî gelek qahreman hene ku dê bixapin, lê hêvîdar im mirina me bibe dersa ‘ibretê bo hemû xebatgêrên azadiya Kurdistanê.

Wesiyeteke min a din heye bo dilsozên neteweya Kurd. Ji Xwedayê mezin daxwaza azadiya neteweya xwe bikin. Ger hûn ji xwe bipirsin çima ez biserneketim? Wek bersiv divê bibêjim ku bi Xwedê serkeftiyê rast ez im. Çi na’metek ji wê mezintir e ku ser, mal û canê xwe di rêya netewe û niştimanê xwe de bidim. Bawer bikin berê min daxwaz ji Xwedê kiriye ger bimirim bi awayekî canê xwe ji dest bidim ku bi rûmeta sor li ba Xwedê, Pêxember û neteweya xwe amade bim. Mirineke wiha serkeftina herî rast e.

Xoşewîstên min! Kurdistan, niştimanê Kurd û mala wan e. Mafê hîç kesekî yê xweperestî û bexîliyê nîne û hemû di mala xwe de azad in. Tişta ji destê we tê bo azadiya Kurdan texsîr mekin.

Edî çênabe li ser rêya wan kesên ku berpirsyariyê werdigirin rawestin. Dest ji xistina keviran a rê de berdin û erkên xwe bi baştîrin şêwaz birêve bibin. Dilniya bin birayên we yên Kurd ji dijminên biyanî gelekî baştir in. Ger min berpirsyarî wernegirtibana niha ezê ne li ber sêdarê bûma û dê ligel malabata xwe rojên xwe derbasbikirana, lê belê erkê min, bilindtirîn armanc bû û heta dawî li ser rawestiyam. Bi hêviya Xwedayê mezin, di encam de emê bi ser dijmin de biserkevin.

1- Baweriya we bi Xweda û Pêxemberê Ekrem hebe û erkên xwe yên dînî bi baştirîn şêwaz birêve bibin.

2- Yekîtî û hevpeywendî, sembola serkeftinê ne. Dest ji xweperestî û xwexapandinê berdin û di wergirtina berpirsyarî û xizmetkirinê de bi hev re bikevin pêşbirkê.

3- Xwe di warê zanist û ‘ilim de pêş bixin da bi axaftinên dijmin neyên xapandin.

4- Qet dijmin wek dost nebînin ji ber dijminê netewe, niştiman û dînê we ye.

5- Xwe ji bo çend roj jiyana di vê dinyaya jinavçûyî de nefroşin. Tarîxê îspat kiriye ku dijmin bi biçûktirîn hincet, dest bi kuştin û tepeserkirinê dike.

6- Xiyanetê li hev nekin, ne xiyaneta siyasî û ne jî xiyaneta mal, can û namûsê. Xiyanetkar li ba Xwedê û gel rû reş e û xiyanet, di encam de bi wî bi xwe vedigere.

7- Ligel wan kesên bê xiyanet erk birêve dibin hevkariyê bikin. Xwedê nexwaze kesek ji we mebin sîxurên biyaniyan.

8- Ew cihên ku min wesiyetnameya xwe de amaje pê kiriye (Mizgeft, Dibistan û Nexweşxane) yên we bixwe ne, bi baştirîn şêwaz sûdê jê wergirin.

9- Dest ji şoreşê bernedin heta ji jêrdestiyê derbas dibin. Malê dinyayê ne tiştek e, ger niştimanekî we hebe, serbixwe bin û mal, xak û niştiman ê we bi xwe be, wê demê hemû tiştekî we çêdibe, hem sermaye hem dewlet, hem rûmet hem niştiman.

10- Ji xeynê mafê Xwedê guman nakim ti mafekî din di estoyê min de hebe, ligel vêna jî ger kesek hest dike deyndarê wî me bila biçe ba mîratgirên min.

Heta dest nedin destê hevdu serkeftin misoger nabe. Zilmê li hev nekin ji ber Xweda dijminê zordara ye. Hêvîdar im hun axaftinên min wergirin, Xwedê we bi ser dijminan de biser bixe. Mebesta me şîret bû û me got. Em we dispêrin Xwedê û çûn.

Xizmetguzarê Netewe û Niştiman
Mihemed Qazî