Di dîplomasiyê de stratejî

15:56 - 6 Gulan 2015
Unknown Author
Heqi Boltan

Di dîplomasiyê de cihê stratejiyê pir girîng e. Çi kêm û çi zêde dîplomatê hemû welatan heye. Mirov kare bêje dîplomat neçar in, der barê stratejiyê de ji her kesî pirtir xwe perwerde bikin. Ji ber vê jî bilî dîplomatan li hemû welatan dibistan, sazî û dezgeyên ku vê karî dikin hene. Ev hemû di nav hevkariya hişî de tevdigerin. Armanca wan jî parastina hemû berjewendiyên welatê wan e. Parastina hemû berjewendiyên welatê xwe li gorî hin sînoran pêk tînin.

Ji ber vê ye ku her welatek sînorê xwe heye. Qaşo di nav sînorê neteweyî de hemû berjewendiyê xwe diparêzin. Îro ev feraset têk çûye. Bi têkoşîna hat dayîn derketiya holê ku sînor naparêzê. Heta mirov kare bêje sînor lewaz dike û têk dibe. Li henberî têkoşîna hat dayîn welatên wek Amerîka neçar man ku dev ji sînoran berde û pîvana parastina welatê xwe berfire bike.  Li gorî vê çorçoveyê stratejiya DYA’yê naşibe welatên din. Îro stratejiya DYA’yê bilî nav sînorê DYA’yê li her derê cîhanê heye. Welatên din jî li ber çavê xwe dîtin ku bi parastina sînoran ne pêkan e temenê desthilatdariyê dirêj bibe.

Mînakên Lîbya Misir, Sûriye, Iraq û hwd. pirtir wan kir nava tirs û fikarê. Di nav vê tirs û fikarê de pirtirê van welatên klasîk ên netewedewlet xwe kirin bin sîwana Amerîkayê. Wisa bûye ku polîtîkaya DYA’yê bûye sereke. Êdî welatê wek Erebistana Siûdî xwe di nav polîtîka DYA’yê de diparêzê. Tirkiye di nav stratejiya Amerîkayê de  ewlehiya xwe lêdike. Îran bi dijberiya Amerîkayê dibe parçeyeke vê stratejiyê. Sedemê şerê heyî yê li Rojhilata navîn jî ev bi xwe ye. Stratejiyeke hevbeş di nav van welatan de tê geşkirin. Hemû hêzên herêmê yên qedîm li ser vê nav û hesabê li dij hev tên zêrandin. Şiî bi destê Îranê; sûnî bi destê Siûdî û Tirkiyeyê tên tûjkirin.

Ev her du ali çiqas tûj dibin ewqas jî şer kûr dibe. Li gorî vê zirar zêde dibe. Li ser pêkhateyên herêmê; taybet jî li ser sûnî û şiîyan ferz bûye ku rê li ber vê şerî bigirin. ji bo vê jî stratejiya xwe li gorî aştiyê bi destê xwe bixin meriyetê. Ev ne zor e, mînaka vê jî di demên dawî de bi awayê şênber pêk tê. Têkoşîna kurdan ji vê yek e. Kurdan bi têkoşîna hevbej ya bi giştî nîşanê herkesî da ku  aştiya navxweyî panzehîra şere. Kurdan nîşan da ku parastina mirov di parastina mirovahiyê re derbas dibe. Xurtkirin û mayîndekirina her cure berjewendiyên kurdan jî di heskirin û parastina pêkhateyên cîran ên wek ereb, asurî, ermen, tirk û hwd. pêkan e. Ji ber vê stratejî ne teqlîdkirina xebata serkeftî ye; afirandina parastinê ya reng û dengan bi xwe ye.

Jêder: Azadiya welat