Di bajarê Şinoyê de yek ji kurên serokeşîrekî hate qetilkirin

21:03 - 19 Çirriya paşîn 2015
Nûçegihaniya Kurdpa: Bi sebeba çêbûna aloziya li ser pare (aborî) di navbera du hemwelatiyên kurd ên bajarê Şino de şer derket.

Li gora nûçeya nûçegihaniya Kurdpa, nîveşeva borî di Parka “Şêx Ebdulezîz” a bajarê Şino de, termê hemwelatiyekî temen 45 salî hatiye dîtin, ku bi teqeya çeka demançeyê hatiye kuştin, û kesê hatî kuştin xelkê gundê “Tajan Dere” û kurê Mixatarê wî gundî bûye.

Çavkaniya nûçegihaniya Kurdpa eşkere kiriye ku ev qetil ji aliyê kesekî ku akinciyê bajarê Serdeştê ye hatiye encam dan, û sebeba vê jî kêşeya li ser pere bûye.

Li gora rapora giheştî, Xosrow Emînî bi demançê hatiye kuştin, û kesê bikuji jî demildest hatiye binçavkirin.

Karnas, pirsgirêkên wekî hejarî û belengazî û nebûna kar, sebebên serekî yên berfireh bûna sûc û cinayetan di Îranê de didine zanîn.

Demekê berê Nawenda Rapirsîna Galup di rapora salane ya xwe de,ragehandibû ku xelkê Îranê û xelkê Îraqê, wek xelkên herî xemok ên cîhanê dabûne zanîn.