Di 50 rojan de 12 bûyerên xwekuştinê

16:38 - 17 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Dîsa ciwanekî Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, bi sedemeke nediyar dest bi xwekuştinê kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, çend rojan berî niha ciwanekî Kurd li gundê “Topizava” ya ser bi Urmiyê bi riya kindirekê ve xwe xendiqand.

Li gorî nûçegihanê Kurdpa li Urmiyê, nasnameya wî ciwanî bi “Nîhad Şeban” kurê Hesen hatiye zanîn.

Tenê di sala borî de, 26 kesan li Kirmaşanê bi sedema xwerina hebên “Birinc” dawî li jiyana xwe anîne.

Gorî navenda amarê ya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji destpêka bihara îsal ve heya niha, 12 hemwelatiyên Kurd li deverên kurd akincî yên Îranê de bi sedemên cur bi cur xwe kuştine.

Amarên hatinî ragihandin, tenê bûyerên qeydkirî û belvbûyî nîşan didin. Lê di rastî de gelek zêdetir ji wê serhejmariyê, haletên veşartî û ranegihandî yên xwekuştinê di Îranê de diqewimin.

Parastina namûs û şerefê ji aliyê piraniya malbatên Kurd li Îranê, ji sedemên xwekuştinê ne ku bi sebeba şerm û fedî kirinê raportên wan nayên ragihandin.