Dewletê hêj diyeya derswxanên Şînawê nedaye

20:48 - 10 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Serbarê derbazbûna sê salan bi ser agirgirtina xwendingeha destpêkî a gundê Şînawê ya ser bi bajarê Pîranşarê, goriyên vê bûyerê hêj ji wergirtina diye bêpar in.

Li gor nûçegehaniya Ajansa Kurdpa, diyeya du dersxwanên gundê Şînawê ku di bûyera agirgirtina xwendingeha Şînawê di meha Sermaweza 1391 canê xwe ji dest dabûn, nedane malbata wan.

Sariya Resûlzade û Seyran Yêgane, du zarokên temen 9 salî bûn ku heyamekê piştî bûyera han di 15 sermawez de li nexweşxaneya Tewrêz û Urmiyê de canê xwe ji dest dan.

Piştî derbazbûna sê sal bi ser bûyera han de parêzerên malbata wan dersxwanan bi nûçegehaniya “Fars” de ragehandin ku senduqa dabînkirina xisarên leşî û Bîmeya Îranê, xwe ji dana pere paşve dide.

Ehmad Niyazî basa vê yekê kir ku bîmeya Îranê berevajiyê yasa, wajo ji 18 malbatên dersxwanên birîndar wergirtine ku niviya pere bidin wan ku di madeya 560 a yasaya cezayên Îslamî de hatiye.

Li gor biryara dezgeha dadwerî a hikûmeta Îslamî a Îranê, nirxa diye a îsal, 165 mîlyon Tûmen e û ev perê han jî bi awayek fermî bo du dersxwanên Şînawê hatiye birîn.

Keçên xwendingeha gundê Şînawê di salên derbazbûyî jî de bo wergirtina diyeyan sê car di hember deftera serkomariya hikûmeta Îslamî li ser şeqamên Pastora Teranê man girtin, lê ew girevgirtina wan tu encamek tunebû.