Dewleta Kurdî .................

DEWLETA KURDÎ, SENGEK Û DÎNAMÎKEK NÛ JIBO AŞTÎ, ÎSTIQRARÊ Û DEMOKRASIYÊ LI ROJHELATA NAVÎN, DÊ PEYDE BIKET.

Seng û terazuyên hêzan yên piştî şerê cihanî yê yekemîn û duyemîn hatibûn danadin li hemo cihanê têkçun. Piştî hilweşîna Yekatiya Sovyetî, sengên nû peydabûn. Hêzên aborî û siyasî yên xurt peyda dibin, ew dibin aktorên siyasî yên giring û di paşerojê de dikarin bibin aktorên askerî jî. Ew di qata herêmî û navdewetî de, li Asya, li Ewropa, li Afrîka, li Amerika latînî û li Rojhelata navîn dibin xudan biryar û aktorên sereke : wek Çîn , Hindistan, Afrika Başûr, Berazil. Turkiye û ji nûve Rusya.
GUHURÎNÊN ROJHELATA NAVÎN.

Li Rojhelata Navîn guhurandinên mezin di hundurê salekê de çêbûyine. Pir guhurînên din jî di rêde ne. Ev guhurandin di pir astan de peyda dibin. Di asta siyasî de, di asta leşkerî û aborî de , herwesan di asta ideolojî de jî. Di vê heremê de, tiştek wekî berê namîne .

Bihara Erebî yan bêjin şoreşên gelerî di Alema erebî de, li Rohjelata Navîn guhurînên kûr peyda kirin û dê berdewabin. Aktorên nû di salên werin, di heremê de û li ser rasta navdewletî, dibin xwudan biryar.
HEREKETÊN ÎSLAMÎ DIBIN AKTORÊN NÛ.

Hereketa Birayên Musulman dê bibite aktorek nû yê siyasî û ideolojî, herwesan ew dê hewul bidet modlek nû di warê aborî de biceribînit. Birayên Musulman her nihu di hejmarek giring ji welatên Erebî de bûyine xwudan deşilatî. Wek Misrê , Tunusê, Libya. Li Suriya, li Urdin, li Mexrib û li pir welatên din, ew di paşerojê de, dê bibît desthilatdar yan xwudan rôlên giring. Bi serkeftina bizava Birayên Musulman numunyek din yê Dewlet û rejîmên siyasî peyda dibît, sengên nû di Rojhelata Navîn de, bêy wan nabin.

Ji aiyek din ve, bizavên islamî yên tundrew jî wek Al-qaide û hêzên din yên Selefî jî dikarin rôlên giring di warên siyasî û fikrî de bileyîzin.

Li hember bizavên islamî yên binyat sunî ku roj pey rojê xurt dibin, islama şîî jî, di corafiyek mezin û giring de xurt dibît û ceopolitîkek şîî peyda bûye. Ew bi serokatiya Îranê ku dixwazît bibite hêzek nuklerî, di warê siyasî, eskerî û ideolojî de, xurt dibît. Ceosiyasiya Şîî, ji hind herêmên Pakistanê û Afganistanê despêdiket, dî Îranê û îraqê re derbazdibît û beşekê ji welatên xelicî di xwe de digirît û heta besek ji Suryê, ji Lubnanê , ji Saudi Arabistanê û ji Yemenê jî digirîtin. Iran blokek nû di gel Çînê û Rosya di afirînît û di vê herêma pirşîi de, bandorek mezin di warên siyasî, ideolojî û eskerî de dileyizît.

Em di bînîn ku di hundurê salekê de, Dewletên herêma Rojhelata Navîn hemo, yek li pey yekê hilweşan yan ber bi hilweşanê ve diçin, yên meyîn jî dê di salên werin de hilweşîn. We diyar dibît ku welatên xelicî jî, ji vê bandorê xilas nabin û dê paya xwe jê wergirin.
TIRKIYE Û ÎRAN.

Tikiye û Îran her niho di berabezînkanê de ne ( reqabetê). Nakukî û dijatî di navbera wan de, di derbarê aloziya Suryê de, roj pey rojê xweya dikin. Her yek ji wan li mezinatiyekê digerhît û di xwazît serpereştiya herêmê biket, herwesan her yek ji wan jibo xwe rewatiyek (şerîyetek) tarîxî , siyasî û ideolojî nasdiket.

Di tarazuya Rojhelata Navîn ya nû de, rola Îraqê giringe, jibo vî welatî ehmiyetek siyasî, dînî, ceopolitkî û ceostratejî û aborî ya pir giring heye. Ger çi heta îro, Îraq heta derecekê bêteref dimît lê ev bêterefî, ji ber rewşa wê ya hunduriyê, ev rewşe jî her berdewam na bît. Çi dema ku hukmeta Merkezî xurt bibît, ew dê di dawiyê de sitratejiya xwe ya heqîqî diyarbiket. Di dawuyê de, ew dê bibîte hevalbendek pir giring jibo Îranê. Bawedikim ku ,di paşerojê de, ferqek mezin di navbera partiyên îraqî yên şîî de, di derbarê sitratîjiya siyaseta derve û hundûrî ya îraqê de nabitin. Her partiyek ku bêhête ser hukmî dê hewul bidet û hemo îmkanan bi kar bihînît jibo ku merkez xurtbibît û rola herêman bi taybetî ya herêma Kurdistanê û suniyan kêmbibît.

Xurtkirina merkezî jibo salihê unsurê pirjimar ku şîiye dê bihête kirin. Her partiya ku li Îraqê hukum biket dê xwe nêzukî Îranê biket û ji çarceva sitratîjiya wê na derkevîtin. Têkiliyên Îran û Îraqê li ser bingehên xurt û kûr yên dînî, siyasî, aborî û stratejî dê bidomînin û xurtbibin.

Di mezhebî şîi de, serokatiya rohanî ya pir xurt heye. Di dînê mesîhî de, bo wê dihête gotin « kilêrjê ». Kilêjê ya şîîyên Îranê û Îrakê yeke, cihên muqedes yên şîîtiyê yên meztirîn li Iraqêne. Iraq xwe ji vê imtiyazê bêpahir naket. Herwesan mesilheta Iraqa şîî û Îranê di pir warên din de bi hev re girêdaye. Hevalbendiya Iraqê jibo Îranê dê teraziya hêzan di salihê Îranê de bighurît û bandorek mezin li Rojhelata Navîn û diasta cihanê de jî biket.

Ji ber peydabûna aktorên nû, nakukiyên dînî, peydabûna islama tundrew, nakukî di navbera dewletên herêmê de, rewşek nû peyda dibîtin. Ev rewşa nû dikarît bê îstîqrariyek mezin bi afirînît. Lewma piraniyaa akrorên, kevin hatin guhurîn, yên mayîn jî, dê didemek nêzuk de, dê bihêne guhurîn.
PÊWÎSTÎ BI DEWLETA KURDÎ.

Di vê herêma Rojhelata Navîn de ku jibo hemo cihanê giringe, pêwîste dewletek nû, bi îstiqrar û demokrat di qelbê wê de, bihête avakirin û bibitte xudan biryara siyasî, bibibite aktorek nû û bikarît di têkiliyên herêmê de rôlên siyasî, aborî bileyîzît û bibîte numune jibo demokrasiyê, jibo azadiya birobaweriyan, jibo rumetgirtina mafên mirovan, jibo rejimek sekuler û rumetkar jibo mafên kêmnetewên dînî û etnîkî û wekhevî û mafên jinan. Bê guman Kurdistan dikarît û pêwiste bibite navmizat jibo vê erkê û vî rolî.

Kurdistan di qelbê Rojhelata Navîn de ye. Ewê hewurdurek curafi, zimanî û çandi û xwemaliyek û tayabetmendiyek xwe heye. Gelê kurd yek ji çar netewên sereke li vê herêmê . Ew di navbera gelên Ereb, Tirk û Îranî de ye û bi saya vê curafiyê ev gelene dikarin biser hev re bên û bicin.
DEWLETA KURD Û TERAZUYÊN NÛ.

Herweku me li jor diyar kir : Seng û tewazuyên nû di Rojhelata Navîn de peyda dibin. Hêzên siyasî, aktorên navdewletî yên nû peyda dibin . Sengên kevin hilweşan. Di vê rewşê de, pêwîstiyek bi rol û corafiya Gelê Kurd heye. Fere ku kurd bibin aktorek navdewletî û herêmî. Ev senga nû eger bêyî Kurdan bibe, dê zererek mezin û bê îstîqrariyek mezin û berdewam di heremê de, peyda biket û demek dirêj bidomînît û bibitte sedemên şer, qerqeşe û nakukî û gingaşeyên mazin. Her wesan ew dê bibe sedemê xurtbûna hêzên tundrew yên islamî jî. Ev yeke di serî de, jibo xelkên herêmê, dê bibite sergêjî. Lê di heman dem de û bi taybetî jibo Dewletên wxudan berjewedî di herêmê de, dê pir bi zerer bît. Nexasime jibo Amarika û jibo Yekîtiya Ewropa. Gelê kurd nirxên demokrasiyên Ewropî diparêzît, ev nirxe bûyîne perçeyek ji nasnameya siyasî ya gelê kurd, lewma ev bûn dora sedsalan ku Kurd bi van nirxan bandikin û jibo wan şerdikin. Sulogan û duruşmên bizava siyasiya gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ev nirxebûn : demokrasî, azadiya birûbaweriyan, mafên mirovan, mafên jinan, edalet mafên kêmnetewên dînî û etnîkî.
TÊKILIYÊN KURD Û ISLAMÊ.

Ji aliyek din ve têkiliyên kurd û islamê taybetiyek xwe heye. Kurdan çucaran di tarixê de, islam bi armancên siyasî bi kar ne aniye. Islam li li cem kurdan her aştîxaz û bi torerans bûye û ne fenatîke, ne tundrewe bûye. Kurd rumeta islamê digirin lê rumeta hemo dînên din jî digirin. Kurd îslamê nakete aletek siyasî. Di rewşa avakirina dewletek kurdî de têkiliyên kurd û islamê dikarin bibin modelek baş jibo Rojhelata Navîn û alam islamî. Toleransa dînî û rumetgirtina hemo dînan ji dema Selaheddinê Eyobî ve li cem kurdan hatiye isbatkirin.

Ji aliyek din ve, Kurdistan, di pir waran de welatek bi xêrûbêr û zengîne : petrol, gaz, erdê ziraî , av , torism, dikarin bibin sedemên avakirina welatek xwudan aboriyek xurt û pêşkeftî. Jiber vê yekê Kurdistan dê bikarît bibite aktorek giring jibo tenahiyê ( ewlekariyê), bibite hevalbendek xurt jibo demokrasiyên cihanê, nexassime jibo Amrîka û Ewropa. Herwesan ew dê bibite sedemê îstîqrarê û aştiyê di herêma Rojhelata Navîn de jî. Ew dê bi vê yekê bibite mihwerek pir bi bercewedî û pêwîst jibo hemo gelên herêmê. Ji ber vê yekê di berjewendiyên gelên herêma Rojhelata navîne de ye, ku Kurdistan serbixwe bibit û harikariya tecibeya Kurdistana Başur bihête kirin ku bibite Dewletek serbixwe.

Jêder: Gulanmedia