Derûnnasiya Civakî Û Kultûra Siyasî Ya Îranê Çende Amadeyî Venasîna Mafên Kêm Neteweyane?

13:36 - 4 Gulan 2013
Unknown Author
Dr. Bêrûz şucayî

Derhatek li ser demokratîzekirina Îranê
Gelsalarî pênaseyeka seretayî ye li demokrasiyê, lê ketwar nîşan dide ku ev pênaseye ne wisa sade ye. wateya wê çiqasî zelal be jî, bersiva pirsa ka dê gel çawa xwe birêve bibe bi temamî vekrî dihêle. bersiva vê pirsê gellek têgehên cuda afirandine ku yek ji wan, cudahiya di navbera şiroveya demokrasiya rastewxwe û demokrasiya nûnerayetiyê de ye. Forma herî biwêc di sîstemên demokratîk de ya nûnerayetiyê ye ku pêkhatiye ji sîstmeka hikûmetê ku tê de rêsayên pabendbûnê ji aliyê nûnerên hilbijartî yên civakê ve tên danîn. herwiha demokrasiya nûnerayetiyê piranî bi wekheviya siyasî ya takekesan ve hatiye damezirandn. lêbelê, gava ku civak xwedî xwezayekî firekultûrî û fireneteweyî be, hin arîşe derdikevine pêşiya vê forma demokrasiyê ku li ser bingehê mafê takekes pênase hatiye kirin. Heger di nava çarçoveya dewletê de piranîyekî reha ya kultûrî hebe, pitir berjewendyên wê piraniyê tê parastin. hevwelatiyên demokrasiya nûneratyê, li ser bingehê dengdana piranyê, dê di sindoqa dengan de xwedî mafê derbirîna wekhev bin, lê sîstimeka wiha nikare garantî bike ku mafên wan bi her awayî bihêne temisîl kirin. Lewre jî ev forma demokrasiya nûnerayetiyê nikare pêşiyê li \"dîktatorya piraniya kultûrî\" bigire. Ji ber ku nûnerayetiya kêmîneyên kultûrî yan di hilbijartinan de bisernakeve, yan heger biserkeve jî, ji ber hejmara xwe ya kêm nikare di dezgehê yasadaner, wate parlimanê de xwedî dengekî bi bandor be. Arîşeyeka wiha vê pirsê tîne holê ka armanc ji têgeha nûnerayetî û temsîlê çî ye. di vir de du ramanên cuda xwe raber dikn: têgeha mîkrokozm ya nûnerayeityê û têgeha biker (amil) ya temsîlê. têgeha yekem ya temsîl û nûnerayetiyê tê wateya vexwandinekê ku li gor wê divêt girûpên têvel ku wê civakê pêk tînn, bihêne neyînkandin. Lewre jî divêt hêza yasadananê portreyeka tam û temam ya mînyatûr ji pêkhateya demografîka civakê be. Têgeha biker, ji alyê din ve nûnerên tevgera yasadananê li gorî bijartina taybet a wan – bêy li berçavgirtina paşxana nûnerê hilbijartî – pêşniyaz dike. çareseriyên têvel ji bo derbaskirina van arîşeyên nûnerayetiyê hene ku ji nêzîk ve nûnerayetiyê bi têgeha desthilatê ve girê dide. Çunku nûnerayetî di kiriyar de bivê nevê her bi têgeha desthilatê ve tê girêdan. Di mijara Kurdistan – Îranê de, divêt em bipirsin ka gelo Kurdan şansek ji bo nûnerayetî di hêza yasadananê (meclis) de heye, da bişên mafên xwe yên girûpî dabîn bikin. Di her hal de, heta heger Îran welatekî bi temamî demokratîk jî be, Kurdan tu şans ji bo parvekirina desthilatê nîne, çunku wekî berê jî hate diyarkirin, hejmara Kurdan naghîje wê rêjeyê ku bikarin hejmareka berbiçav nûneran bişînin parlimanê, heta heke bikarin jî, ew hejmara ewqasî di perawêzê de ye ku pênikarin di piroseya yasadananê de beşdariyeka bi bandor bikin. bêguman rêçare ji bo vê arîşeya navxweyî ya demokrasiyê re heye ku yek ji van rêbazan federalîzm e ku têkelekê ji her du cureyên nûnerayetiyê ji xwe digire. federalîzm ji navendeka berfirehtir ya desthilatê berew xwe birêveberiyê li ser bingehê erdnigaryê di pêkhateya têgehî ya xwe de dihewîne. Otonomiya herêmî û nûnerayetiya wê di sîstma federal de, bi awayekî destûrî hatiye garantî û wêne kirin. Di sîstmeka wiha de, hikûmeta navendî yan tu maf nîne guhartinan di van yekîneyên terîtoriyal de biket, yan garantiyeka legal û destûrî heye ku li gor wê divêt pênasekirin li gorî rezamendiya tev aliyan pêk bihêt. Di navbera destûr (konstîtusiyon) û frdrrasiyonê de cudahiyek heye, destûr mayend û neguhêr e, lê federasiyon lihevgirtina dilxwazane ya çend netewe yan dewletan e ku kengê bixwazin dikarn nehêln. Di vê pergalê de, azadiya girûpî di çarçoveya otonomiya yekîneya êtnîkî-herêmî de tê çespandin. Wate, mafê van yekîneyên otonom heye ku yasa û qanûnan darêjin, mafên zimanî misoger bikin û rêbazên perwerdeya xwe, bixwe pêş bêxin. têgehîştineka wiha ji demokrasiyê tê wê wateyê ku: ١. divêt demukrasiya nûnerayetiyê li Îranê hebe, daku Kurd bikarin di etmusferekî demokratîk û azadane de bas ji mafên xwe bikn. ٢. ev demokrasiye divêt demokrasiyeka jinavendkirî be û têgeha serweriyê bi awayekî destûrî hatibe dabeşkirin û di navendê de kom nebibe. ٣. li gor heman xwendinê divêt bi aliyê kêm Kurd di çarçoveya yekîneyeka federal de bikarin taybetmendiyên xwe yên girûpî, wate neteweyî, damezrînin, daku siberojê bişên mafê darêtna yasayên herêmî, mafê danana sîstima perwerdeyê û mafê dabînkirina perwerdeyê bi zmanê xwe hebin.

Ketwarê Îranê vê gavê
Îrana kevin ya dûdimanî fire zman, fire kultûrî û fire olî bû. firerengiya Îranê heta di gotara fermî ya hukmranên Îranê de dihate derbirîn. bernivîsên şahanî hemû gavê bi çendîn zimana dihatine nivîsîn. Îran wekî welatekî konfederal dihate birêve birin. Her herêmekê di qalibê satrapan de şahekî herêmî bi navê şehryar hebû û li navendê şahenşah hakim bû. Îrana ku heta ١٥٠ salî berî niha jî wekî welatekê nenavendî dihate birêve birin, bi çawlêkirin ji welatên rojavayê kete qonaxa xudêgravî modêrnîteyê. Pirojeya modêrnîteyê ku li ewrûpayê (sedsala ١٥ heta ١٩) serî hildabû, wekî pirojeyeka afirandina civak û jiyaneka nû li hemû cîhanê belav bû, li Îranê jî herwiha. yekîneyên serekî yên vê pirojeyê evin; sermayedarî wekî yekîneya aborî, netewe-dewlet wekî yekîneya siyasî û nasiyonalîzm wekî yekîneya îdeolojîk. Di şekilgirtina Îranê de bi taybet di destpêka destihlata Pehlewî da, pirojeya avakirina netewe-dewleta Îranî pêkhatên herêmî kire armanca hêriş û çewsandineka bê pêşîne. Hewla serekî ya vê pirojeyê darêtina monîzmeka (tekrengî) kultûrî û êtnîkî bû. Lê ev hewlên afirandina netewe-dewleta Îranê li gorî rêbazên dewletên mêtnger û koloniyal tu carî tevî ketwarê fire rengê Îranê neguncaye, herçende nasiyonalîstên Îranê hewldan ramana evolosiyonîsta (fergeşt geray) erbabên xwe yên koloniyal bi ser Îranê de bisepînn. Wate li gorî bîrdoziya sosiyaldarvînîzmê, serdestiya neteweya Fars bi ser pêkhatên din yên neteweyî yên Îranê de bisepînn. Hîn jî boçûna ku divêt ew erbab bin, bivê yekê rewa dikin û meşruîetê didinê ku goya ew di nav kêmîneyên neguncaw de girûpa qenc û guncaw in. herwekî netewe-dewletên modêrn li rojavayê, ew xewna afirandina civakeka hevreng û homojen, pêkhateyeka neteweyî ya saf û kelef ku pêkhatiye ji hevwelatiyên ku xwedêgravê heman dîrok û kultûrê parve dikin û li hemberî siyaseta ku wan birêve dibe de wefadarin, dibînn. Bîrmend û siyasîyên Fars, ji çep û rast, j lîbral heta oldar li ser vê baweriyê ne ku divêt gelên perawêzan wekî Kurd, Belûç, Turkmen, Turkên Azerî û Eereb û .... ji havoyîbûna (bêganebûn) wan der bên hawêtin û di hevîrekî tekreng de ku ew diwestêrin Îranyê rastîn bihêne bşavtin. Di lêgerîna xurtkirina netewe-dewleta xwe de Farsan txûbên xwe wekî rêbazên dewletên emperiyalîst berfirehـ û mîlîtarîze kirine, wate sînorên nasiyonalîzm û emperiyalîzmê lihev şêlû kirine. mêgalomaniya (cinûna xwe mezndîtnê) Farsî ji ber gotara dîrokgerayane ya nasiyonalîstên Fars herku diçe kûrtir dibe. Li gor vê gotarê bi baweriya nasiyonalîstên Fars gelê ku xwedî dîrok û şarstaniyeteka kevnare, mafekî xwezayî yê terîtwar (qelemro/xak) û dewleteka xweyî heye. Di hember de girûpên din yên êtnîk-neteweyî li Îranê divêt bikevine bin hukim û desthilata \"neteweyê dîrokî yê Fars\". Lewre, tevgerên siyasî yên Fars bi bawerin ku mafê wan yê rewa ye ku hakmên hertmî yên Îranê bin. Rêkxistinên Îranî yên opozîsiyon, ji lîbral, komarîxwaz, mlî-mezhebî bigre heta seltenetxwaz û çepan, herçende qala demokrasiyê jî bikin, di xalekê de hevhizr in. Ew wekî Fars xwedan û hakimên vî welatî ne û mafê diyarkirina çarenivîsê bo kêmîneyên neteweyî înkar dikn û li gor bawerya wan divêt serwerî di qalibê dewleta navendî de bihête şidandin. Boçûna van rêkxistinan li hember mafên neteweyî ji bo kêmîneyan tiştekê cudatir ji hizr û rananên Komara Îslamya Îranê nîne. Hewla sereke ya opozîsiyona Îranê ji holêrakirina rejîmê jî parastina status e ku li Îranê‏ye.

Derûnnasiya civakî ya Fars û Kurdan li Îranê
ji bo ku rewşa demokratîk û tolerant ji bo çareserkirina pirsa kêm‏neteweyan çê bibe, divêt guheritnekî bingehîn di hoşmendiya civakî ya Fars û kêm‏neteweyan bixwe de pêk bê. Anko biyava sosiyopisîkolojîk ji bo meşandina pirojeyeka jnavendkirina siyasî bihête amade kirin. Lê gelo tu asoyeka wisa di derûnnasiya Fars û kêm‏neteweyên wekî Kurdan de diyare?

Bi dirêjahiya dîrokê de, gotara fermî li Îranê hoşmendiyeka destkir hem di nav Kurdan û hem di nav Farsan de çêkiriye, bêy ku kultûra siyasî û civakî ya Farsan rave bike. Ev hoşmendiya dest çêkirî pêkhatiyek e ji hilgirtina baweriyên destkir û nerast ku dijberî berjewendiyên objektîv yên civakî yên takekesin ku herwiha dibe handerê çewisandin û newekhevî û neyeksaniyê di civakê de. Her bi vî teherî(awayî), li gorî vê pênaseyê, girûp yan takên bê par (Kurd) jî dibne xwedanê hoşmendiyeka dest çêkirî. Li gor kîjanê - wan bixwe jî bawere - ku kêmtir û lixwaritr in. Lewre, di hîrarşiya civakî de berheqê pêgehê xwe yê fermanberin.

di bin hizra Kurdan de baweriyeka nepenî bi serdestiya girûpa hakim (Fars) bi ser girûpa kêmas de heye. vê baweryê rê daye peydaybûna kilîşe û sitereotîpên hevrazîkerane ku bi teherekê girûpa hakim (Fars) û girûpa bê par (Kurd) pênase dike ku pergala civakî ya hakim – bi hemû rêjeya newekheviya xwe ve – wekî pergaleka rewa û bi giştî xwezayî dipejrîne. Ji bo Farsekî navincî xwezayî‏ ye ku welatê wî xwedanê pênaseyeka Farsî ye û xwedanê rastîn yê wî welatî Fars e. Ji ber ku – bi baweriya wî – ev der ij berê heta niha ve welatê wî ye, lewre Kurd û gelên din li Îranê belaya serê wan e ku divê yan ji holê rabin û ya – di haleta herî baş de – xwe li gor rewşê biguncînin (anku bihêne bişaftin). Kurd, hem li gorî baweriya Farsan hem jî li gorî Kurdan bi xwe ku bi ser wan de hatiye sepandin, berdewam ji Farsan kêmastir, neşiyawtir û paşkevtîtir dihêne pênase kirin. Kilîşeya herî berbelav di nav Farsan de ravekirina Kurdan wekî kêmas e. Ev kilîşeyên derpergalî yên hev tewavker hander in bo hindê ku piştgriya êtnîsîteya Fars ji bo \"status-kû\" û rewadîtina sîstimê zêdetir bibe. helbet, paşeroja vê rewadîtina sîstimê ji bo herdu girûpan cuda ne. Hndî Fars in, hest bi zêdebûnekê xwebawerî û bexteweriya sobjektîv di xwe de dikin, lewre bo wan sîstima heyî rewa û meşrûi tê hest kirin û hindî Kurd in ku divêt meşrûîeta xwe di nav sîstimê de bikirin, rastî kêmbûna hesta xwebawerî û bexteweriya sobjektîv tên. Lewre, du dil in li dor ku endametiyê di nav girûpa xwe ya êtnîk de werdigirin. Vê hoşmendiya destçêkirî bandoreka mezin li ser derûnnasiya Kurdan kiriye, heta vê dawiyê tevgerên Kurd li Rojhilatê kêm caran rexne li serdestiya kultûrî, komelayetî, zimanî û siyasî ya gelê Fars il Îranê dikr. Têgeha serweriyê li Îranê ji alyê tevgerên Kurd ve kêm caran hatiye şirovekirin, herçende hindekan ji bo gelê Kurd daxwaza otonomî û diyarkirina mafê çarenivîsê kiribe jî, lê têgeha serweriya navendî kêm caran hatiye lêkolîn. Otonomî yan xudmuxtarî û xweserî tê wateya hindê ku kiriyarên her neteweyekê, di şûna ku bihêne cebirkirin û bi ser de sepandin, divêt ji aliyê neteweyê bixwe ve bihêne diyar kirin û biriyar dan. Mixabn, hêşta di derûnasiya civakî ya Kurdan de meyla hêteronomyê xuya ye ku dijberî otonomiyê ye. hêteronomî tê wateya birêvebirin li ber destê \"biyanyan\", anku ketin bin hukmê hindekan ku ne xweyî ne û ji \"xwe\" biyanî ne. Ji bo Kurdekî navnicî, ya normal ew e ku hakim û serdest, ji wezîr û gizîr bigire heta meimûr û karmendên rêjexwar yên dewletê, Fars bin.

ji bo ku baweriya Farsan were guhartin, pêdivî ye berî her tştî ew di gel têgeha empatiyê aşna bin. Empatî piroseyek e, ku tê de divêt Fars bikarin ji navendê ve hest û vegêranên Kurdan li cem xwe bisêwrînin. Yan wekî vekoler \"Gordon\" dibêje, divêt Farsan di referansa îndeksîkal (amajeya bi hindê ka kê ravekerê vegêranê ye) de sîmolasiyoneka (şebîh sazî) empatîk hebin ku pêkhatibe ji guhertineka îmajînatîv (sivirandî), di kîjanê de yê disêvrîne (Fars) navenda nexşeya xwenavendya xwe diguhere. Anku Fars xwe daynin şûna Kurdan. Heger em sîmolasoyona empatiya Farsan şirove bikin, divêt em van pirsan bikin.

١. gelo Farsekî navincî halê derûnî yê Kurdekî pêkhatî j hizr û hestên wî dizane?
٢. gelo Farsekî navincî halet yan lihevhatina refleksên esebî ên Kurdekê diyar dike?
٣. gelo dikare çawan ku Kurdek hest diket, ew jî wisa hest bike?
٤. gelo Fars xwe di rewşa Kurdekî da dikare bsêvirîne yan hest bike?
٥. gelo Fars dizane ka Kurdek çawan hizr û hest dike?
٦. gelo dikare bisêvirîne heger di şûna Kurdekî de ba dê çawan hest bikira?
٧. gelo Farsek dikare di dema şadî û êşa Kurdekî de hest bi xemgînî û perîşaniyê bike?

Kotahî
Îran wekî destçêkiriyeka siyasî û xwedêgravî netewe-dewlet ji bo gelên xwe ne bi tnê merhemet yan parêzerê hevwelatiyan nebûye, belku alawek bûye bo çewisandin û pelxandina gel û hevwelatyên xwe. Hizra Farsî ya hakmiyet û gelê serdest e û ji bo parastina vê hindê Fars amade ne taybetmendiyên xwe yên kultûrî her car bikar bînin. Çawan ku gellek caran li hemberî Kurdan û neteweyên din yên Îranê di sedsala ٢٠’an de jî ev fêlên xwe çendîn car dubare kirin. Ji bo parastina berjewendiyên xwe Fars amadene hertiştên pêdivî bikar bînin. Ev car îmam bin, îmamzade bin, pîroz bin, çi dibin bila bibin. \"Robert Mîniyan\", gerokê sedsala nozdan di gerên xwe li Îranê wiha wesfa Farsan dike: \"li ecemistanê (Persia) derew û buxtan wekî bedewiya moda rojê tên zanîn. [...] Ji bo berjewendiya xwe, kabrayê (Persian) amade ye dest hawêje xirabtrîn kar – heta heke tu meylek jî tê de nebe jî wir û derew bê pirsgirêk ji dev û lêvên wî diherkin, [...] bi yek bêjeyî, karakterê wî pêkhatiye ji ezokî û timai, xedr û xeyanet, dijberî û sitemgeriyê.” (Robert Mignan, 1839:202) ji sala ١٨٣٩’an heta vê gavê di karakterê neteweyî yê Farsan de guhertineka berçav çênebûye. Di sedsala bîstan de çend serokên Kurd bi kerb û kîn hatine kuştin. Hîn jî hukimdarên Îranê çewisîner, despotîk, totalîter, xayîn û zalm in. Hakmên Îranî mafê xwe yê rewa dîtine û dibînn ku hevwelatî (Farsan) û reîetên (Kurd û kêmneteweyên din) xwe tenbîh bikin.

Îran hingê dişêt pirsên kêm‏netewên xwe çareser bike, heger wekî \"Cêrêmî Rîfkîn\" rave dike – bikare \"şarstaniyeta empatîk\" bafirîne, di kîjanê de empatî şirîz û çespa civakî ye ku bikare civaka welatekê bihev ve grêdayî bihêle. Herwiha divêt bîrewer, tevger û siyasyên Îranê têbighin ku Kurdan yan kêm neteweyên din yên Îranê – bêy înkara pênaseya neteweyê ya wan - wekî Farsan di her warê jiyana civakî û siyasî de bibînn. Vê gavê bîrewer, tevger, siyaset û siyasiyên Îranê ne ev şirîza civakî hene, ne jî kultûra siyasî ku bikarin mafên kêmeneteweyan biselimînn.