Derhînerê fîlma “Cinayeta Muqedes”: Vê fîlmê pêşiya gellek teroran girt

17:31 - 24 Tebax 2017
Ajansa Kurdpa: “Cinayeta Muqedes” ji aliyê derhîner Riza Ellamezade ve hatiye amadekirin, ku bas ji terora kesayetiyên siyasî, rexnegir û rewşenbîr ji aliyê hikûmeta Îranê ve dike.

Di dema dadgeha Mîkonosê de, fîlma “Cinayeta Muqedes” bi zimanên Farsî, Îngilîzî û Hulendî di bernameyên televîzyonî, festîvalên sînemayî û di dadgehan de bona zelalbûna biyavên cur bi cur ên hin dosyiyan hatiye nîşandan.

Ew fîlma belgeyî serbarê belavkirina hinek raporan, hilgirê belgeyan, hevpeyvîna digel malbatên qurbaniyan û wan kesan e ku ji terorê rizgar bûne.

Her derheq vê fîlmê de, Ajansa Kurdpa hevpeyvînek bi derhînerê vê fîlmê re pêk aniye, ku navbirî di bersiva vê pirsyara Kurdpayê de, ku gelo bi baweriya we dadgeha Mîkonosê karî bibe asteng li pêşberî domandina kiryarên terorîstî ji aliyê rejîma Îranê ve yan na, navbirî dibêje: Bi baweriya min, belê. Hukmê dadgeha Mîkonosê rê li pêşiya domandina siyasteên terora dewletî ya hikûmeta Îranê di Ewropa de girtiye.

Wî herwisa bas ji vê kiriye ku Hikûmeta Îranê digel beşa fîlmên belgeyî ên televîzyona Hulendê pêwendî girtin, û hewl da ku wan razî bike, bi belavnekirina vê fîlmê, lê dema ku nekarî heta bi dana pereyeke zaf jî wan razî bike, gefa kuştinê li min xwarin. Lê dîsan jî ew fîlm belav bû, û bandoreke gellek baş li ser, ne tenê bîr û raya giştî ya Ewropayê, belkû li ser bîr û raya giştî ya hemû cîhanê hebû, û roleke mezin hebû di warê eşkerekirina pîlanên piştperde yên rejîmê.

Hêjayî basê ye ku kilûpa fîlmsazên Îranî û Ewropayî jî, piştî 18 salan ku bi ser bûyera Mîkonosê re derbaz bibû, fîlmeke bibelge çê kiribû, ku derhînerê wê Arman Necm bû, û navê fîlmê jî “Teror di Berlînê de” bû.

Her di vê derheqêde, Ajansa Kurdpa hevpeyvînek digel derhînerê vê fîlmê jî pêk aniye.

Derhîner di vê hevpeyvînê de dibêje ku ew fîlm hişyarhêlana vijdana dîrokî ya neteweyekê ye. Ez jî wekî fêlmsazek min hez dikir ku girêdayîbûna exlaqî û civakî ya xwe bi cî bînim.

Arman mecd derhînerê vê fîlmê, dibêje ku hekî em vê cinayetê bîra xwe bibin, ewê bibe sedema dubarebûna van cinayetan, lewra emê hertim van cinayetên Hikûmeta Îslamiya Îranê bînin bîra xwe, û emê mehkûm bikin.