Dema sembol tên kuştin

14:44 - 19 Şibat 2013
Unknown Author
Kakşar Oramar

Di çanda kurdan de gotinên balkêş li ser bihayê ‘nirxên neteweyî’ hene. Yek ji wan: “Ger mezin bibin pir jî nedin ser.”

Rêber û şoreşgerên kurd sembolên doza Kurdistanê ne. Her yek ji wan li gor derfet, şert û mercên serdema xwe ji bo parastina ‘nasnameya kurd’ kar û xebat kirine. Kar û xebat jî li gor dema xwe tê nirxandin. Li Başûr Şêx Mehmûdê Berzencî û Mistefa Barzanî, li Rojhilat Simko û Qazî, li Bakur Seyîd Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Egîd, Necmedîn Bûyikkaya û Mazlum Dogan û li Rojava jî kesayetiyên mîna Celadet Bedirxan, Nûredîn Zaza û Cegerxwîn bi kedeke bilind sinorên etnîkî yên axa Kurdistanê parastin. Li hemberî şovenîzma dagirkerên Kurdistanê xebata wan Rêber û bi hezaran Şehîdên din garantiya jiyana me ya îro ye. Ji ber wê jî ew mîrasên me ne û di cihane de kes li dijî mîrasa xwe nanivîsin û naaxivin.

Îro bi xêra pêşketinên hemû aliyan, cihan gelekî biçûk bûye. Di çavê du nifşên vê dawiyê de jiyan xwedî tameke din e. Di welatên ‘cîhana sêyemîn’ de dîktator naxwazin di warê ragihandinê de teknolojî pêş bikeve. Ew şiyarbûna gel bi sûda xwe nabînin. ‘Bihara Ereban’ nimuneya herî balkêş e ku bi xêra înternetê bû destpêka pêvajoyek nû di Rojhilata Navîn de. Tevî ku yên ‘nûhatî’ jî bi mejiyê xwe zêde ji yên berê cuda nîn in, lê êdî di çavên gel de senemperestî xwedî heybeta xwe ya deh salên berê nîn e. Berî her kesî ‘ciwanên ereb’ serkêşiya şoreşeke wiha girîng û dîrokî kirin.

Di vê navê de li hemberî dagirker û dîktatorên serdest li Kurdistanê, wêrekiya me kurdên bêmaf jî zêdetir bûye. Vaye îro em vê wêrekiyê li Bakur, Başûr û rojavayê Kurdistanê dibînin.

Li başûrê Kurdistanê beyankirina ‘bîr û ra’ heya radeyeke bilind azad e, lê qanunên ragihandinê bi awayekî şefaf nehatine îzahkirin. Berî demekê di TV yeke kurdî de heqaret û bêhurmetî ya li hember ‘Mistefa Barzanî’ bû sedem ku ez li ser babeta ‘qanunên ragihandinê’ li pey hinek pirsên bêbersiv bigerim. 

Di vê qadê de tevlihevî pir in:

1. Parlamentoya Kurdistanê hê jî nikare bi awayekî rêk û pêk an jî şefaf qanunên ragihandinê îzah bike. Li pey vê kêmasiyê jî helbet saziyên ragihandinê çi sînoran li hemberî xwe nabînin an jî li jêr navê ‘azadiya beyan’ her karekî ji xwe re meşrû dibînin.

2. Li başûrê Kurdistanê bi hezaran rojnamevan hene, lê kes napirse ka evqas rojnamevan ji kû hatine, çiqas pisporin, çawa çêbûne û nasnameya wan a endamtiyê bi çi awayî ketiye destê wan? Li gor nêrîna piraniya kesên ku min ji wan pirsî, reqabeta rêxistin û partiyên li Kurdistanê bûye sedema rewşeke wiha. Helbet wekî hûn jî dizanin li welatên herî pêşketî reqabetê jî rêç û dirbên wê hene û di cîhana ragihandinê de sînorên wê xêzkirî ne.

3. Ragihandina heyî li başûrê Kurdistanê, heta roja îro jî nekaribûye asta rewşenbîriya gel bigihîne asteke ku sixêfa nedin rêber, hunermend û nirxên xwe yên neteweyî. Di karekî wiha de ji serokê herêma Kurdistanê bigire heta serokwezîr, parlemento, rewşenbîr, rêxistinên siyasî-civakî û saziyên ragihandinê sûcdar in. Dema serokê herêmê bi awayekî berdewam ji gel re neaxive, dema serokê hikûmetê bi awayê rojane li ser îcrakirina qanunan û tenbîhkirina diz û gendelkaran nesekine, dema ku TV’yên satalît li gor qanûnên lîsansa îmzakirî tev negerin, dema ku edîtorên hinek rojname û kovaran kesên amator û nerewşenbîr bin û ji vana teva girîngtir dema ku kontroleke adîlane li ser îcrakirina qanunên dewletê nebin, helbet dê di çavê raya giştî de sembol bêne kuştin. Bihayê ked û xebata wan dê bê kêmkirin û gel dê li hemberî neteweyên serdest xwe kêm û sivik bibîne. Di tu pergaleke din de sosreteke wiha nehatiye dîtin.Karê herî girîng ku heya roja îro li başûrê Kurdistanê xebateke cidî jê re nehatiye kirin, guherandina ‘zihniyeta civakê’ ye. Dema ev şoreş çêbû, êdî kes nûçeyên ne di cih de nade ji bo rêberekî mîna Mistefa Barzanî. Ew di hemû jiyana xwe de rojekê jî nesekinî. Hem generalê Komara Kurdistan bû, hem şervanekî jîr bû û hem jî rêberekî efsaneyî bû. Hurmeta min ne tenê ji wî re, ji hemû serokên kurd re dê bêdawî be.