Daxuyaniya PJAK`ê a dij bi 2 baskên Demokratê

21:15 - 20 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) ê, bi derxistina daxuyaniyeke nivîskî, du baskên demokrat (Demokrata kurdistana Îranê û Demokrata Kurdistanê), hişyar kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Kurdînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, bi belavkirina daxuyaniyekî, du baskên Demokrata Îranê “PDKÎ û PDK” (bi guherandina civakên Kurdistanê bi meydana reqabetên berçavteng û bikîn û armancdar), mehkûm kirin.

Di beşek di wê daxuyaniyê de hatiye: Piştî rêwîtiya wek xelekê zincîrê ya karbidestên hikûmeta Îranê bi başûrê Kurdistanê û plan dariştina wan, pêleke nû ji şerê taybet bi tevgera azadîparêz a Rojhilat, dest pêkir. Du partiyên rojhilatê Kurdistanê (HDKÎ û HDK) bûne lîstik û aletên destê Barzanî û rola sereke a wî şerê taybet bi stû girtin. Ew partiyên Zer ku pêştir jî civakên Kurdan berdane pîsîra hev û Kurd bi destê hev dane kuştin, dixwezin careke din bi belavkirina çanda “falanjstî” birayên Kurd bi destê hev bidin tunekirin. Ew partî di heyamê dirêj ê qampnişînî de bûne meydana sîxorî û cihê çalakiyên sipaha pasdaran û wezareta îstixbarat (Îtilaat)a Îranê.

PJAK`ê di dawiya daxuyaniya xwe de amaje bi vê yekê jî kiriye: Hejmarek ji alîgirên wan partiyan, endambûna wan wek sîxorên rejîma Îranê hatiye sabitkirin. Heman ew kesin ku dixwez in kesên xwedî bîr û bawer û kesayetiyên mezin bednam bikin.

Naveroka kamîl a wê daxuyaniyê di beşa farsî a Kurdpa de bibîn in.