Daxuyanî: Tevahiya girtiyên siyasî divê bên berdan

21:40 - 18 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanên siyasî, sivîl, mafên mirovan û karkerî, bi derxistina daxuyaniyeke hevpar, daxwaza azadkirina bê şert û merc a hemû zindaniyên siyasî ji hikûmeta Îranê kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, çalakvanên siyasî, sivîl, mafên mirovan û karkerî, bi munasibeta 20`ê Hezîranê( roja cîhanî a piştevanîkirin ji girtiyên siyasî), daxuyaniyek hevpar belav kirin.

Ew daxuyanî a bi naveroka serbestberdana girtiyên siyasî, dê bo raportêrê taybet bi Neteveyên Yekbûyî di karû barên Îranê de (EhmenŞehîd), Komîsaryaya Mafên Mirovan a saziya NY û Yeketiya Ewropayê re bê şandin.

Di beşke di wê daxuyaniyê de hatiye: “Cîhan divê rewşa kambax a binpêkirina mafên mirovan, ji aliyê desthilata 36 sale a hakim bi ser welatê Îranê de bibîne. Dunya dibê bibîne, hikûmeta Îranê bi hezaran zindaniyên siyasî di 36 salan de, bi awayekî (nemorovane) daliqandine yan bi eşkenceyên giran re rû bi rû hiştine.”

Çend xalên daxuyaniyê bi wî awayî ne:

-Daliqandin demildest werin sekinandin û eşkence bên bidawî kirin.

-Zindaniyên siyasî bên tedawîkirin.

-Girtiyên bawermend û siyasî bê tu şert û mercekî serbest werin berdan.

-Malbatên zindaniyên siyasî ji azar û eziyetan bên rizgarkirin.

-Parêzer û wekîlên girtiyên siyasî neyên binçavkirin.

-Hikûmeta îslamî ya Îranê bo serdana bêalîgir ji zindanên wî welatî, bikeve bin zext û givaşan.

Naveroka kamîl ya wê daxuyaniyê di beşa farisî ya ajansa Kurdpa de bibîb in.