Darvekirin li zîndana Urmiyê de didomin

14:21 - 11 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Hukmê darvekirina du hemwelatiyên Kurd li zîndana nawendî ya Urmiyê, ji aliyê dezgeha qezayî ya hikûmeta Îslamiya Îranê ve birêve çû.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh berbanga sibehê(10`ê gulanê), 2 hemwelatiyên Kurd li zîndana nawendî (Derya) ya Urmiyê, ji aliyê karbidestên hikûmeta Îslamî ya Îranê ve hatin daliqandin.

Nûçegihanê Kurdpa li Urmiyê, nasnameya wan du kesan bi Sêyîd Qadir Hemîdî (37) û Behmen (28) salî, şêniyên taxa Kuştargeh ya bajarê navbirî ragihand.

Bi gotina çavkaniyeke agah ya nûçeyan, ew du welatî bi tometa kuştina berqesd(qisas) hatine darvekirin.

Herwiha wê çavkaniyê eva jî anî ziman: Sêyîd Qadirî bi tometa kuştina hevjîna xwe û Behmen ji bi tawana qetilkirina hemwelatiyekî Azerî, ji aliyê dezgeha qezayî ve cezayê îdamê bi ser wan de hatibû sepandin.

Ji aliyekî din ve, her di wê rojê de du hevwelatiyên din jî li Urmiyê hatibûn daliqandin, lê nasnameya wan bi ajansa Kurdpa re nehatiye eşkere kirin.

Hêjayî gotinê ye, pêncşemiya borî jî 6 kes li zîndana nawendî ya Urmiyê bi tometên ku hîna sedemên wan nezelal in, hatibûn darvekirin.

Gorî Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa, tenê sala borî 819 kes li welatê Îranê hatine darvekirin. Îran bi nisbet nifûsa xwe, pileya yekem a îdamkirinan li cîhanê, bi xwe digre.