Darizandina çalakvanê Kurd ê Îlamî hat îbtalkirin

22:14 - 15 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema hazirnebûna serdozger, doza ku ji çalakvanê Kurd yê Îlama rojhilatê Kurdistanê hatî vekirin, bi awayekî demkî hat paşxistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja şemî 13`ê hezîranê, Mûsa Umîdî, çalakvanê Kurd li Îlama rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dezgeha qezayî a wî bajarî ve sewqî dadgehê hatibû kirin, lê bi sedema nehatina qazî ew nehat darizand in.

Yek ji xizmên wî çalakvanê siyasî, tevî piştrastkirina wê nûçeyê, ji ajansa Kurdpa re got: Ew bi tometa beşdarîkirin li xwepêşandanên piştevanîkirin ji gelê Kobana rojavayê Kurdistanê ya sala borî, bi dadgehê hatiye vexwendin.

\"26988.jpg\"
Mûsa Umîdî bi tometa beşdarîkirin li xwepêşandanên Kobanê bangî dadgehê hat kirin
Wê çavkaniya nûçeyan amaje bi vê yekê jî kir ku bi sedema hazirnebûna qazî, mirovên wan nehatiye darizandin û ew dê benda bangkirina dubare ya dadgehê bimîn e.

Xizmê wî çalakvanê siyasî yê Kurd di berdewamiya axaftina xwe ya ligel ajansa Kurdpa diyar kir: Piştî xwepêşandana sala borî ya rojhilatê Kurdistanê bo destek-kirina Kobanê, bi caran ew çalakvanê siyasî ,bi navendên ewlekarî ên ser bi hikûmeta îslamiya Îranê, hatiye bangkirin.

Pêştir Mûsa Umîdî li liq (şax) a 2`em ya dadgeha Îlamê hatibû darizandin. Ew bi danîna barimte (wesîqe) yê, bi awayekî demkî hatibû azadkirin.