Daristanên Osmanwend a Kirmaşanê di nav peşqelên agir de dişevitin

16:13 - 23 Gulan 2015
Ajansa kurdpa: Bo cara duyemîn daristanên devera Osmanwend li başûrê parêzgeha Kirmaşanê de tûşî şewatê bûn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 18 û 19`ê gulana 2015`an, agir bi daristanên devera Osmanwend ketiye û di encamê de 5 hiktar ji şînahî û daristanên wê deverê di nav peşqelên agir de şevitîn.

Çiyayî bûna devera Osmanwend, kêmbûna alîkariyên mirovî û nebûna alavên pêwîst yên agir vemirandinê, ji sedemên sereke yên dereng vemiradina agir li wê deverê de tên destnîşan kirin.

Tê gotin ew agir bi sedemên nediyar pêkhatiye, lê hatiye bihîstin ku ew bûyer bi pilan û armancar bûye.

Hêjayî gotinê ye ku navendên têkildar ên hikûmeta Îranê tu hewlekê ji bo kuntirol û vemirinadian agirê daristanên Kurdistanê nadin.

Hemwelatiyan bi caran ragihandine ku piraniya şewatên ku di daristanên Kurdistanê de diqewimin, ji aliyê kesên girêdayî bi navendên ewlekarî û leşkerî yên ser bi hikûmeta Îslamiya îranê ve tên emcamdayîn.

Li destpêka buhara îsal de heya niha, eva cara duyemîn e ku daristanên devera Osmanwend tûşî şevatê dibin. Heya niha li ser hev 7 hezar hiktar daristanên wê navçeyê di nava guriya agir de bûne rejî.

Pêştir beriya niha (17/5/2015`an) û herwiha 12`ê Newrozê jî, dîsa daristanên derdora Îlamê bi bûyera şewitînê re rû bi rû bibûn.
Gorî amarên li navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatinî tomar kirin, li sala 2014`an bi ser hev 235 haletên agirpêkevtinan li deverên Kurdistanê hatine holê; ji wan 174 halet li Sine, 37 li Kirmaşanê , 17 li Urmiyeyê û 7 halet jî li parêzgeha Îlamê qewimîn e.