DAÎŞ dibe hêzeke gerok a navneteweyî

Arif Qurbanî
Her bi derketina DAIŞê û pêkanîna çend karên tund li dijî mirovatiyê, vê grûpê pir zû bala dinyayê kişand. Li hêlekê, DAIŞ bû hêza kişandina hejmareke herî zêde ya ciwanên radîkal ji welatên cuda cuda ku hatin Iraq û Sûriyê û bûne endamên DAIŞê. Li hêleke dî jî, DAIŞê hêzeke dî ya navneteweyî bi dû xwe de anî navçeyê ku armanca wê tunekirina DAIŞê bixwe ye!.   

Vêga navçe bûye rojeva herî germ a cîhanê. Şîdet, serketin û binketinên DAIŞê. Gurzên hevpeymana navneteweyî û piştevaniya hêzên navçeyî yên kurdî li Sûriyê û Iraqê û alîkariya leşkerî ya artêşa Iraqê bo kontrolkirina parêzgehên Selahedîn, Enbar û Nînewayê.

Şervanên kurd li Kobanî û pêşmergeyan li Celewlayê heta Şingalê, rûberekî berfireh ji destê DAIŞê rizgar kirin. Balafirên hevpeymanan gelek navend û baregehên DAIŞê kirin armanc û ziyaneke mezin gihandin wan. Di du hefteyên borî de, Parêzgeha Selahedîn ji DAIŞê hat standin. Lê hîn DAIŞ li ser erdnîgariyeke berfireh serdestiyê dike. 

Pirsa dirust ew e ka çarenûsa DAIŞê wê çawa be? Bersiva vê pirsê dikare sîsika wî şerî be ku cîhan mijûl kiriye.  

Hin kes dibêjin welatên rojava rê xweş dikin da endamên DAIŞê ji welatên wan derkevin û herin Iraq û Sûriyê. Ev tê wateya ku cîhan naxwaze vêga wiha bi hêsanî ev şer biqede. Welatên rojava hez dikin şer dirêj bibe da bi vî hawî welatên xwe ji radîkalên DAIŞê paqij bikin.

Serjimêriyên nefermî nîşan didin ku heta niha dora 25 hezar kesên biyanî tevlî DAIŞê bûne. Hejmareke zêde ya van kesên biyanî hatiye kuştin. Bi vî rengî, welatên rojava ku nikarin van kesan bi hêsanî li welatên xwe tune bikin, ji wan paqij dibin. Bûyerên Parîs û Kenedayê ev yek bi zelalî nîşan dan.

Lê ev yek tê ku bibe şerm û kêmasiyeke mezin bo cîhanê. Nexasim bo Amerîka û welatên Ewropayê ku hevpeymaniyeke navneteweyî li dijî terorê pêk anîne. Lê li ber çavê wan teror roj bi roj geştir dibe û navçeyên berfirehtir dixe bin kontrola xwe. 

Bêhtirî du sala ye bajarê Reqayê yê Sûriyê û dora salekê ye Nînewa li Iraqê û çend bajar û bajarokên dî yên Iraq û Sûriyê li jêr kontrola DAIŞê ne. Gelo hevpeymaniya navneteweyî dê heta kengî çaverê bike ev bajar cihê rahênan û perwerdekirina grûpên terorîst bin!.  

Bêguman rojava li hember vê berpirsiya exlaqî neçar e ku qebûl neke DAIŞ bi hêsanî û bi azadî di navbera van welatan de lotikan biavêje. Yanî rojava neçar dibe DAIŞê ji deverên ku dagîr kiriye, biqewitîne.  

Lê ya ku pêwist e bê zelalkirin bersiva vê pirsê ye: Gelo çarenûsa DAIŞê çawa dibe? Gelo dê hemû endamên DAIŞê bên qirkirin? Têzek e giran û xeyalî ye ku em bawer bikin rêxistineke wiha berfireh û mezin ji kokê de bê qirkirin!.

Em dikarin navçeyên li jêr kontrola DAIŞê rizgar bikin. Em dikarin hejmareke zêde ya endamên DAIŞê tune bikin. Lê yên dî dê çarenûsa wan çi be gelo? 

Rast e, li vê navçeyê bingeha hizrî û civakî ya peydabûna DAIŞê heye. Lê ji ber şerên ku afirandiye û tawan û komkujiyên ku pêk aniye, DAIŞ nikare bi hêsanî cihê xwe di nav xelkê de dirust bike. Bi dîtina min, di qonaxa bê de DAIŞ dê bibe hêzeke gerok a navneteweyî. 

DAIŞ nabe hêzeke leşkerî û li welatan nagere, lê dê bibe komên biçûk û li cîhanê belav bibe û dest bi çalakiyan bike. Yanî dê hêz û bandora DAIŞê li ser cîhanê zêdetir bibe, çimkî êdî li navçeyeke taybet asê namîne.

Lê gelo hevpeymaniya navneteweyî li dijî terorê ev metirsî li ber çav girtiye ku serketinên DAIŞê piştguh dike yan nikare rê li ber wan bigre? Eger em bawer bikin ku rojava nikare rê li ber DAIŞê bigre, dê xelk bi mejiyê me bikenin! Nemaze ku teknolojiya leşkerî ya îro pir pêşketî ye û mirov mitûmat dike.

Gelo miletên vê navçeyê heta kengî bendewar bimînin? Desthilatdarên van welatan dê heta kengî qebûl bikin ku erdnîgarî û gelên wan bibin zeviya van ceribandinan?.

Dibe ku ev têz rast be ku dibêje welatên rojava bi mebesta dûrxistina metirsiyê ji welatên xwe, dixwazin her û her navçeya Rojhilata Navîn di nav şer û cengan de bimîne!.    

Jêder: Xendan