Dahata 45 hezar milyard bo Îranê ji firotina dubare ya serbazî de
20:31 - 11 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa nûçegihaniya Kurdpa: Kesên ku gorî yasaya Îranê dema serbazi (eskeri) ya wan bihoriye (yên temen jêr 27 û ser 50 saliyê) re nebin anku navbera wan du reqeman de bin, dikarin serbaziya xwe bi pere bikirin.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di demekê de ku kirîna serbaziyê di plana bûdare ya sala 2015’an (1394’an a Rojî) de cih bibû, roja borî, ji aliyê yekek ji cîgirên ber pirsê navenda hêzên çekdar ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hat ragihandin.
Ew pişka pere ku bo kirina serbaziyê hatiye diyar kirin, di nav bera 20 heya 50 milyar Tûmenî, di ciyawaziyê de ye.
Bilav bûna vê nûçeyê di demekê de ye ku hindik berpirsên leşkerî ên navenda giştî a hêzên çekdar ên hikûmeta Îranê, kirîna serbaziyî bi “ferq û ciyawazî” destnîşan dikin û di hember wê biryarê de nerazîbûnê der dibirin.
Heya niha 1 milyon û 500 kesên serbazî nekirî, di sîstema serbazî ya bi zor(îcbar) a hikûmeta Îranê de hatine tomar kirin.
Li gorî gelale (pêşnûma) ya bûdceya sala 1394’an a Rojî , dahata kirîna serbaziyê sîstema berevanî kirina leşkerî li Îranê bihêztir dike. Bi gotina Ehmed Tewekûlî nûnerê parlementoya 9’em a hikûmeta Îranê, Dewlet dikare 45 milyar hezar Tûmen ji riya wê gelalê (layihê) ve, dahatê bi dest bixe.
Ew kesên ku zêdeyî 8 sal bi ser serbaziya wan re derbas bûye, pereyê ku bo kirîna serbaziyê divê bidin; li gorî hundir an derveyî Îranê yan jî bawermaneyên wan yê bê diyarî kirin.
Bi gotina cîgirê berpirsê Îdareya çavkaniyên mirovî a navenda giştî ya hêzên çekdar ên hikûmeta Îslamiya Îranê, ew pêşnûma piştî wê yekê ku ji aliyê wezareta Berevanî kirinê ve hat amade kirin, navenda giştî pesend kir û ji aliyê heyeta wezîran ve dibe biryarneme û divê bê cî bi cî kirin.
Mûsa Kemalî di axaftinekî ligel medyayên hikûmî amaje bi vê yekê kir ku ew yasaye bo sala 1394’an a Rojî hatiye danîn û yê li sala nû ya Rojî, bê cî bi cî kirin. Gor wê yasayê kesên heyamê serbaziya wan derbas bûyî (xayîb), divî 20 heya 50 milyon Tûmen wek ceza bidin dewletê.
Pêştir gor wê yasayê li sala 1378’an heya 1379’an ya Rojî, 360 hezar kesî serbaziya xwe kirîbûn.
Ji sala 1303’an a Rojî, serbazî (eskerî) li Îranê hat ferz (îcbar) kirin û eva cara 2’emîn e ku eskerî li wî welatî tê firotin.