Dadigeha 12 Ilonê Trajikomik e

14:32 - 4 Kanûna pêşîn 2012
Unknown Author
Zerrîn Tek

Cemil Kirbayir yekek ji qurbanên 12 Îlon e û Erdal Erenê 17 salî jî ji bona, ku idam bikin, emrê wî kirine 18 sal, sembola 12 Îlon e.

Cara yekemin e ku li Tirkiyê dadigehek bi şiklî „video konferans“ çêdibe. Ev loto jî ji bo generalên xwinxwar ra derket.

Tê gotin Kenan Evren û Tahsin Şahinkaya nexwaş in, gelek bê hal in, kezaba wan parçe parçe bûye, xwin vedireşin, kul ketiye gewri û dil û henavê wan, nikarin rabine ser piyan, lewma nikarin teşrifê salona dadigahê bikin.
Qey nifirê Diya Cemil Kirbayir li wan ketiye, ku digot „hey bê namusno, we kuçkê min vemirand, inşallah ya we ji vedimire, nemrin, her zecrî bikşinin“…
Berfo Kirbayir 105 salî ye û bi ambulance ve tê dadigehê. Ev pîrejin a 105 salî dixwaze nav çavê dijminê xwe binhêre û carekî din sual ke „ we çi anin serê kurê min? Kurê min li ku ye?“
Berfo ana bûye nunerê hezaran dê û xwişkên dilbirîn û hustixwar.
Ev ji mina hezar dê û bavê dilbirîn dixwaze paş 31 sal, here ser qebra kurê xwe, qebrê wî bi gul û sosina bixemline û hindek xaliya qebra wî bine dayne bin balgiyê xwe.
Çu kes nikare eş û kedera dilê daykên mina Berfo ana kêm bike, lê divê dilê me hertim bi wan ra be.
Mixabın zu ji bira hinekan çû, ku generasyonek di bin potinê reşê12 Îlonê pelixiya, Hezaran mirov di dezgehên işkence da seqet man û yên ku cane xwe xilaz kirin ya niv can, yan jî niv aqil man. Hindek li diyasporê perişan bûn, salan bi hesreta dê û bav, malbat û welat qeliyan...
Niha ew her du generalên bê hurmet û xwinmij di nexweşxanê da, di ciyê xwenî rehet û germ da ser piştê dirêj bûne, destê wan da çay û qehve, rûyê wan bi ken û tirane, kingê canê wan bixwaze bersiva, dadigeh, parezgeran didin. Serda jî Evren ji bo kirinê xwe dibêje „iro pêwist be, ezê disa kuduta bikim. Me çi kesi ra neheqî nekir ; me yek ji çep yek ji rast kuşt“!!
Gelo ew mirov in?
Ev pîskopatê hanê hêj li Tirkiyê rêz û hurmet dibînin li ber ku ev generalên xwinxwar di hepsê nav çar diwarên sar da nejin, ava xali venexwin, nanê tisi nexwin, tirsa mirinê nekeve dilê wan, ewê xwe qehreman bihesibinin, ewê nav çavê me binhêrin û difa li kirinê xwenê bê rumet bikin.

Berî 12 Îlonê wek qizeke 20 sali wek hezeran civanên Kurd bi zimanê Kurdi qise dikir û dijî neheqiya ser Kurda dengê xwe bilind dikir. Ev yêka wê demê wek suceki gelek giran bû. Dagirkeran di nexweşxana Qerekilisê, ez bi piyê min ve bi zinciran ve girêdam û jendermeyek şev û roj ber derî nobedar danin, te digot min ordiyek eskerê romê kuştiye!
Ez bi wi halê nexweş birime qereqol, ifada min hildan!
Heta general neçine mehkemê ser kursiya tometbar rûnenin, poşmaniya xwe neynin ziman, kes wan efu nake.
Naha dipirsim.

Ey vicdan tu çi tişt î, gelo tu gor mirov, milet, iman û cins dikevi şiklan?
Ez vê mehkemê û dewletê protesto dikim û bi gor ditiniya min mehkeme dibê bê teref be, çu cudayetî nexe nav „mahkuman.“