Çiyavaneka kurd kopika “Mestaq Aqa” ya Çînê bezand

16:22 - 5 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Çiyagereka kurd ya xelkê Mehabadêkarî bi çiyayek bilind yê welatê Çînê bi navê “Mestaq Aqa” re biser bikeve.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, “Beyan Fezlî”a 28 salî û xwendekara kolêja Sporê kariye bi ser çiyayê Mestaq Aqa de biser bikewe.

Tê gotin ku ew çiyagera Mehabadî, karê han li ser erk û têçûna aborî ya xwe encamp daye.

\"28324.jpg\"
Beyan Fezlî
Beyan Fezlî sere 11 salan e ku mijûlê karê çiyavaniyê ye û heya niha çendîn medaliyayên Zêr û Zîw bidest xistine.

Ev keça kurd heya niha bi ser çend çiyayên bilind weke Demawend (5000 KM), Çiyayê Elem, Sebelan, Ararat û Kaçar a Tirkiyê jî bi ser ketiye.

Çend rojan berî niha jî Hêro Ercumend, çiyagereka din ya kurd û xelkê bajarê Mehabadê, kopika çiyayê Kurjînfiskaya Tacîkistanê bi bilindahiya 7110 metroyî jî bezand.

Hêro heya niha kariye bi ser kopika çend çiyayên bilind weke Agirî (5134 M) û çiyayê Helgurd (3611) û çiyayê Linîn (7134 M) de biser bikeve.