Ciwanekî kurd li Merîwanê bi teqeya hêzên nizamî canê xwe ji dest da

16:31 - 22 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên nizamî li bajarê Merîwanê de teqe ji hemwelatiyekî kurd kirin û di encam de hat kuştin.

Li gor Ajansa nûçegehaniya Kurdpa, êwariya roja sêşemî, ١٩.٩.٢٠١٥ (28.6.1394)an hêzên nizamî yên Hikûmeta Îranê hemwelatiyekî kurd li devera sînorî ya Tûtman dane ber guleyan û dawî bi jiyana wî anîn.

\"28701.jpg\"
Îsmaîl hoseîn aminî
Nuçegehaniya Ajansa Kurdpa li bajarê Merîwanê ragehand: kesê ku bi teqeya hêzên nizamî yên Hikûmeta Îslamî hatiye kuştin, Îsmaîl kurê Elî û temen٢٠ salî û xelkê gundê Îskol ye. Navbirî şivanê pez bû û bi sedema derbazkirina “Hêla qedexekirî” ji aliyê hêza hikumetî ve didine ber guleyan.
Li gorî zaniyariyên ku gihîştîne Ajansa Kurdpa, heya dema bilavkirina vê nuçeyê, termê wî hemwelatiyê kurd li nexweşxaneya bajarê Merîwanê de ye û heya niha termê navbirî teslîmî malbata cangorî nahatiye kirin.