Ciwanekî Kurd bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin

14:31 - 5 Tebax 2019
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê bo derbaskirina hikmê cezayê wî, bo girtîgeha bajarê Urmiyê veguhastin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbasbûyî de, ciwanekî Kurd ê bi navê “Aso Germînî” yê xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê dadgeha şoreşî ya bajarê Urmiyê ve, bi salek hepsa te`izîrî hatibû cezadan û bo derbaskirina hikmê cezayê wî bo girtîgeha bajarê Urmiyê veguhastin.

Ew ciwanê Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê” bi salek hepsa te`izîrî hatiye cezadan.

“Aso Germînî” li 28`ê Reşemeha sala derbasbûyî, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin û 14`ê Banemerê bi danîna barimtê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.