Ciwanek Kurd li nava Sûlava Şelmaşê de fetisî

14:12 - 16 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Ciwanek Kurd ê temen 27 salî seva nezanîna melevaniyan, di ava sûlava Şelmaş a nêzîkî bajarê Serdeştê canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Ciwanek Kurd ê binavê “Diyako Sûr”xelkê bajarê Mihabadê û kurê Mehmûd l demekê de ku tevî malbata xwe jibo geryan û seyranê serdana Sûlava Şelmaşê dikin, dikeve nav avê û canê xwe ji dest dide.

termê vî piştî 3’ê demjimêran geryanê, ji aliyê tîmên firyakevtinê tê peyda kirin.

li destpêka sala 2013’an heya niha du ciwanên Kurd seva kevtine nav ava sûlava han cane xwe ji dest dane.