Civîna li zanîngeha “Razî” tevî şer û pevçûnan berbirû bû

20:16 - 15 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Beşek ji xwendekarên binajoxwaz ên zanîngeha Razî li Kirmaşanê, rê ji pêşkêşkirina gotara nûnerê çaksazîxwaz ê Meclisa Îslamî girtin.

Li gorî nûçeya gehiştî destê jansa Kurdpa yê, rêûresma vekirina civateke xwendekarî li zanîngeha Razî a Kirmaşanê, tevî nerazîbûna xwendekaran berbirû bû û têk çû.

Di vê civînê de ku roja Şemiyê hate lidarxistin, nûnereke Meclisa Şeşem ku bona vekirina vê civatê hatibû ragehand ku, me bi hevre şoreş kir, lê nizanim çima rê nehat dayîn da ku ev şikoya netewî berdewam be.

Gotara “Fatîme Rakê’î” demûdest ji aliyê beşek ji pişikdarên civînê ve hate qetandin û navbirî bi tundî riftarên Şêvra Nobedar rexne kir û ragehand ku, bi sivikatîkirinê lê ji daxwaziyên me dinêre.

\"29550.jpg\"
Fatîme Rakê’î
Şayanî base ke “Fatîme Rake’î” nûnerê Mecilsa Şeşê di Îranê de bû û kêrhatîbûna wê bo Meclisa 10’ê ji aliyê Şêvra Nobedar ve hatiye terkirin.

Her derheq bi civîna zanîngeha Razî ya Kirmaşanê hate eşkerekirin ku nêzî 500 xwendekar têde pişikdar bûn, lê bi sedema derketina girjî û aloziyan, tenê 2 xwendekarên binajoxwaz karîn gotinên xwe pêşkêş bikin.

Wan xwendekaran derheq bi gireva 139 nûnerên Meclisê di dawiya Meclisa Şeşê û bûyerên sala 88’ê û rola çaksazixwazan di siyaseta Îranê de, pirsyar dikirin.

Di dawiyê de gotara “Fatîme Rake’î” bi nîvî ma û bi dirşmên “Neman bo tevdanîkaran” civîn têk çû.

Nûçeya han ji aliyê malperên ser bi dezgehên ewlehî ên rejîmê ve hate belavkirin û di vê navberê de jî, “Mêrsad Niyûzê” gotinên navbirî bi pêkhateşikên da zanîn û ragehand ku, dirûşmên wî derî bûne sedem ku navbirî bêje pişikdarên civînê li dijî min derketin.

Eva di demekî de ye ku di berberê hilbijartinan de, civînê çaksazîxwazan di bajarên Îranê de tevî astengan berbirû dibin.

Rêberê Komara Îslamî piştî lihevkirina etomî basa “Nifûz”ê derxist rojeva Îranê û nerasteras çaksazîxwaz bi “Nifûzî” dan nasîn.