Civata Pajîn a Bane: Avakirina bendavên Çoman û Kanî Giwêjan a Bane û veguhastina ava wê bo Urmiyê ragirin

21:10 - 26 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Civata Jîngehê ya pajîn a Bane, bi şandina nameyekê bo îdareya Jîngeha parêzgeha Kurdistanê, daxwazkarê ragirtina bendavên Çoman û Kanî Giwêjan a Bane kirin.

Li gora rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, Civata Jîngehê ya Pajîn a Bane bi şandina nameyekê bo jîngeha Kurdistanê, ew îdare ji encamên çêkirina bendavên Çoman û Knaî Giwêjan agehdar kir.

Herwisa vê civatê ragehand ku veguhastina ava Bane bo Urmiyê bê ragirtin.

Ew civet dibêje ku ya baş ew e ku bedela avakirina bendavan, bîr ji ragirtina vê û kontrola lehiyan bikin.

Di çend salên borî de, karê avakirina bendavan di Kurdistanê de zêde bûye, û gellek xisarên mirovî, civakî û jîngehî li pey xwe hebûne.