Civaka werzişî a Kurdistanê xembar bû

15:41 - 4 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Du sporvanên Kurd li du bûyerên cuda li Kirmaşan û Pîranşehr a Rojhilata Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja înê 1`ê gulana 2015an, Eskender Mihemmedî, avakerê Heyeta Çiyavanî li Pîranşehrê, bi sedema bûyerek tirafîkê, tevî malabata xwe jiyana xwe ji dest dan.

\"26329.jpg\"
Ew bûyer li cadeya Nexede- Pîranşehrê li nêzîk gundê “Qarna” qewimî.

Navhatî ku bi boneya kar û xebatên xwe bi Xalid Şaxî (çiyayî) bi nav û deng bû, serpereştiya girûpa Çiyavanî ya Qendîl jî bi stû girtibû.

Ji aliyekî din ve, Yasir Keremiyan, ji qehremanên guleş – bersînganê ya parêzgeha Kirmaşanê bû, bi sebeba nexweşiya penceşêra kezebê jiyana xwe ji dest da.

Yasir di temenê nûciwanî û ciwaniya xwe de bibû endamê tîma neteweyî ya gulaşa Îranê û serkevtin û şanaziyên pirr mezin bidest xistibûn.