Civak: Bahozên xwê yên ku hemû li benda wê bûn, hêdî hêdî tên xuyakirin!

12:27 - 14 Çirriya pêşîn 2013
Unknown Author
CAPK
Li gorî raporên herî dawiyê ji Kurdistanê, bahozên xwê yên gola Urmiyê ku ber bi zuhabûnê ve diçe, hêdî hêdî rê dikevin û bûye sedema tirs û nigeraniya xelkê bajarê Urmiyê û deverên devrdorê.

Dîtina bahozên tejî bi xwê ku bi salane pisporê jîngehê hişyarî li ser dane û xebat û hewildan bona balkişandina rayedarên Îran li ser mijarê kirine, niha wek xeterek bi rastî û xwedî tirs û xof roj bi roj zêde dibe û wê her zêdetir bibe.

Bandora nigatîv a bahozê xwê, wê bi milyon mirovan mecburî penaberî, bêmal û bêxanîtiyê bike û devera Urmiye û herwiha herêmên dûr ji Urmiyê wê ber bi guhertinê û ber bi çolbûnê herin.

Bêxemiya rayedarên Komara Îslamî hemberî wê felaketa jîngehî ku bi salane berdewam e, wê bêşik bibe sedema xesar û lêçûnên giran bo hemû Îranê û bi xasmayî bo xelkê Kurdistanê û Azerbaycanê.

Zêdebûna van bahozên bi xwê, çandinî û ziraeta devera Urmiye ku wek xîmê aboriya gel û deverê tê zanîn têk dibe û gorî îstatîstîka berdest wê zêde li sê milyon însanan li jiyan çandinê bêpar bibin û mecbûrî koçberiyê û bêkariyê bibin, erdê dewlemnd ê devera Urmiyê wê bibe çol û xîzê sipî.

Digel pêşdeçûna wê rewşa îroyî, gola Urmiyê wê heta sê salên din bi tevahî zuha bibe û li gorî pisporan di wê demê de, gola Urmiye wek mezintirîn gola ava şor cîhanê, wê 10 milyard ton xwê wek toz û doman li ser serê deverê belav bike.

Ew tişta ku bo hemû kesê zelal e, ew e ku heger berpirsiyarên Komara Îslamî çareseriyek bilez û pêdivî bona xilaskirina gola Urmiye pêk neînin, emê şahidê bêtara xwezayiyek gelek mezin li ser jîngeh, aborî, çandinî û jiyana civakî bin.

Em û cîhan bi giştî şahidê qeder û bextê gola Aral li Asiya navîn de bûne, ku bi sedema siyaseta şaş a sîstema Soviyeta berê, îro gola Aral bûye serekaniya belavbûna bahozên xwê.

Ji bilî mirina ekosîstema deverê, mirina masiyên cur be cur, têkçûna jiyana heywanan û çol û zuhabûna deverê, bi sedan nexweşî derketine holê.

Bajarê Moynaq li nêzîkatiyê gola Aral ku zemanekê bajarekî benderî bû û xelkê wê bi girtina masiyan jiyanek dewlemend û rihet hebûn, îro wek çolekî bi rengê sipî û tejî bi xwê lê hatiye, dema mirov li wir dimîne çavê mirov dest bi şewitandinê dikin û bi nefes kişandina hevayê wê pişika mirov dişewite, gelo ma bajarê Urmiyê û deverên wê benda qedera bajarê Moynaqê de ye ?

Hemu hêzên siyasî, sivîl , olî ji Kurd bigire heta Azerî û hemû xelkê Îranê divê yekdest û yekdeng bo rigariya Gola Urmiye dibe ku dengê xwe bilin bikin û bigehînin rayedarên Komara Îslamî ya Îranê û hemû cîhanê.

Ciavaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê
Swêd-Stockholm
2013-10-10