Çima 8’ê Adarê?

13:18 - 5 Adar 2013
Unknown Author
Newroz Bawer

8’ê Adar a 1857 di DYE li bajêrê New Yorkê da 40 hizar jinên karkerên kargêhên cil û berg û tevina, ji bona kêm kirina saetên karê xwe û zêde kirina heqên xwe dest jî kar berdan. Li hember da ber bi êrişa polîsan dikevin û derê kargehê li wan têne asê kirin û di aqibetê da agir li Kargehê derdikeve û 129 jinên karker di nava agir da canên xwe ji dest didin. Belê 156 sala berî niha bi hizaran Jinên zehmetkêş li bajêrê New Yorkê ji bona mafên xwe yên mirovî, abûrî û sîyasî 129 kes feda kirin. Bi hizaran jin û mêrên karker û zehmetkêş cenazê wan 129 sor gulan hevsengerên xwe rakirin. Bi vê buyerê pêleke dîn ji berxwedana xwe ya çînayetî û mafxwezîya xwe li dîrokê bi xwîna xwe tomar kirin jinên zehmetkêş.

26 û 27 tebaxa sala 1910 li bajêrê Kopenhaga Danîmarqayê di Konfiransa Navnetewî ya Jinên Sosyalîst da Clara Zetkîn a tekoşer pêşnîyar kir ku seba ji dest dayîna 129 jinên karker di buyerên 8’ê Adara sala 1857’an li bajêrê New Yorkê bibe roja hemû jinên kedkare cîhanê.

Di sala 1921’an da li Moskovayê ev roj hate navdar kirin bi Roja Jinên Kedkarê Cîhanê. Di demê şerê 1 û 2 yê cîhanê da, li gelek welatan da piroz kirina wê rojê qedexe bû. Di sala 1977’an da Rêxistina Yêkbûyî yê Miletên Cîhanê ew roj wekû Roja Navnetewî ya Jinên Cîhanê pejirand.
Lê belê di beyan û hegerên pejirandina wê biryara xwe da behsa bûyer û dîroka ji dest dayîna wan 129 jinên karker nekir û xwast wekû rojeke cejin girtin û gul li hev belavkirinê jinan bê nasandin û ji bingehê çînayetî û ked û berberekanîya li dijî sîstema çewsandina mirov bi destê mirov dur bêxin.

Loma iro dema ev roj ankû 8’ê Adarê tê, her alîyek bi gora dilê xwe pîroz dike, hindek gulên sor belav dikin li dora hev rudinin û seyran û şevbêrîka ji xwe ra dikin û hindek jî ala sor ya ku bi xwîna wan 129 sorgulên jin, 156 sala berî niha hatîyê xemilandin wek ala berxwedana xebata bi destve înana mafên xwe yên mirovî çînayetî û cinsî û aburî û civakî ji destên xwe na avêjin. Ji bona yêksanî ya jîn û mêran ked û xwîna xwe feda dikin.

Wek Leyla Qasim û bi hizaran jinên Kurd ku di nava tevgera rizgarîxwazîya Kurdistanê di her çar parçan da xwe kirine cangorî. Ji bona tevgera netewa xwe serkirde û rêber û pêşava û şervanên berxwedanê anîne dinyayê û mezin kirine û pêşkêsî doza gel û welatê xwe kirine.

Di roja îro da li devera Rojhelata Navîn da rewşa jînan gelek dijwar e. Zulmeke giran li ser pişta wana ye. Ew wek dara şikestî têne navdar kirin. Wek mal û kala têne biha kirin.

Li Tirkiyeyê da li her sê jina yêk ber bi zulma mêr dikeve, li sedê % 34 jinên jî ber lêdanê dikevin. Bi gora lêgerîna Foruma Aburî ya Cîhanî û Yêksanî ya Cinsî ya Civakî, welatê Tirkîyê di parstina mafê yêksanîya jin û mêran da di nava 134 welatan da di rêza 129 an da ye. Di nava van 7 salên derbaz bûyî da kuştina jinan % 1400 zêde bûye. Di nava 6 mehên sala bihorî da 26 hizar malbet bir bi şidet û lêdana navxweyî hatine. Di vî heyamî da 130 jin hatine kuştin. Di nava 8 salên bihorî da 4 hizar jin hatine kuştin.

Dema ku mirov li Kurdistanê dinêre gelek mixabinî dibine, ku zulmeke giran li ser jina Kurd berdewam e. Her niha jin bi jin (pêguhork), jin bi xwîn, ji lehindikê soz pê dan, sunet kirin li nava komelgeha kurdewarîyê da berdewam e.

Jina Kurd li jêr çar nîrên zulmê jîyana xwe berdewam dike.
Zulma netewî, çînayetî, cinsî û olî.

Dema ku zulma netewî xilas dibe, lî her sê zulmên din her li ser jina Kurd dom dıke. Wek numîna Sîmon Dawud.

Wek tê zanîn,keça bi nave Sîmon Dawud ya temen 12`e salî di 9`ê heyva borî de li wargeha Şêxka ya ser bi bajaroka Qoş ya li bakûrê Musilê ji aliyê kesekî bi navê Hesen Nesrulah Sidîq Kurdê musilman ve hate revandin.
Cihê dilxweşîyê ku Asayîşa Herêma Kurdistanê dest daye ser buyerê û ew kes girtîye, lê gelo wê çareserî û çarenivîsa vê keçika 11 salî ya Kurda êzidî wê çawa be?

Belê her wekû me got, jJi bona yêksanî ya jin û mêr, ji bona ne hêlana her cure çewsandin û zulmê, jinên kedkare cîhanê ev roje wekû nîşana berxwedana xebata xwe, ji xwe ra kirine nîşan e û pîroz dikin û li keda bi salan ya hevsengerên xwe xweyî derdikevin.

8êe Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, roja hemû mirovên kedkar û mafparêzên cîhanê ye. Roja wan kesan e, yê ku ewên mil bi milê jinan dadikevine meydana xebata berxwedanê ji bo dinyayeke bê şer û alozî, bê çewsandin û zulm, ked û xwîna xwe didin. Ji bo ku di nava aştî û biratî û yêksanî da bi jîyaneke azad û bi rumet û bextewerîyê da bijîn..
Bê guman di dinyayekê ku di jêr desthelatîya mêran da dinale, xebata jînan gelek girîng e.

Di hemû şer û alozî û zulman da barê giran û para mezin li ser pişta jina dibe. Ew her çiqas nîvîya komelgeha mirovan e, lê di temsîl û îdare û desthelatê da her li bin dest û êxsîr in.

Ewan di bin nîra zulma netewî, çînayayetî, civakî, cinsî û olî da dinalin. Ji bona rizgarbûna xwe ji vê zulmê, berxwe didin.

Hita ku jin rizgar nebin, mêr jî rizgar nabin, hita ew ji bo xebata azadî ya jinan hevsenger nebin, ew jî qeyd û bendên koletîyê nikarin bişkênin.
Ew bê hev nikarin jîyana xwe berdewam bikin û bi hevra dikarin rizgar bibin.

Loma bijî yêksanî ya jin û mêran.
Bîjî 8’ê Adarê Cejina Roja Jinên Zehmetkêşên Cîhanê.